Erêdaniya ji hilbijêriyê wêdetir…
Silav,
Amadekariya çapa hejmara Temmûz- Tebaxê û rojeva sereke ya du mehên dawî,
yanê hilbijartina Stenbolê li hev rast hatin. Derbarê kurdan de jî gelek tişt hatin gotin di proseya vê hilbijartinê de. Hinekan sekna ‘hilbijêrên bi eslê xwe kurd’, hinekan tercîha ‘hilbijêrên kurd ên muhafazakar’ miraq kirin û li ser nîqaşan kirin. “Bi devxweşî” û bi nêrîneke kawik nêzîkî kurdan bûn. Riya xwe bi Amedê xistin, çend peyvên bi kurdî nehwirandin û vegeriyan. Pêşî ji bo kurdan digotin “Em zikê wan têr dikin lê dîsa jî raya xwe nadin. Nankor in!” Paşê jî gotin “Kurd bin jî birayên me ne” û bi vî awayî bi rûmetkariyeke dilzîz xeriqîn!
Erêdaniya ku ji hilbijêriyê nabore, bibîranîna biratiyeke derew ku bi gotinên
“Kurd bin jî…” hatin bilêvkirin; axirê di hilbijartinên Stenbolê de jî barê tarîxî û
rojane yê ‘rastiya kurdan’ bi inyad dev ji wan ber neda û li ser wan bû bareke
girantir. Ma ne ew gotin li hemberî vê rastiyê çiqas badilhewa, çiqas ji rêzê ne…
Tu li Amedê bibêjî ‘Kurdistan’ dê bi kêrî çi bê!? Piştî ku tu Sûra Amedê ya ku ji
romayiyan û vir ve, di 7 hezar salan de, ji bo 30î zêdetir şaristaniyan bûye dergûş bi erdê re bikî yek…
Dev ji perwerdeya bi zimanê kurdî berdin, we derfetên ku bo vê yekê hatine dabînkirin tune kir… Tehemmûla we ji bo navên kuçê, kolan û parkan jî tuneye… Û
erê, zarokên kurd, nikarin bi zimanê xwe bigihên tehma huner û edebiyatê ku ev,
jiyanê bedewtir û dewlemendtir dikin…
Hêviya me ew e ku vê hejmarê jî bi dilê we be…
Seçmenliğin ötesinde bir kabul…
Merhaba,
Temmuz-Ağustos sayısının yayına hazırlanışı, son iki ayın baş gündemi olan
İstanbul seçimlerine denk düştü. Kürtler de çok konuşuldu bu seçim sürecinde. Kimi, ‘Kürt kökenli seçmenin’ tutumunu, kimi, ‘Muhafazakâr Kürt seçmenin’ tercihini merak edip tartıştı. Oyu belirleyici olan Kürtlere, “iltifatlarla” ağzındaki peyniri alınan karga muamelesi çekildi. Diyarbakır yollarına düşüldü, birkaç Kürtçe sözcük mırıldanıp dönüldü. Öncesinde, “Karınlarını doyuruyoruz ama yine de oy vermiyor nankörler” mealindeki “sitemin” konusu olan Kürtler, şimdi, “Kürt olsa da kardeşimizdir” sözlerinde ifadesini bulan gözyaşartıcı alicenaplığın derinliklerinde kardeşliğe boğuldular!
‘Seçmen’liğin ötesine geçmeyen kabuller, “Kürt de olsa…” hatırlatmasıyla başlayan ‘kardeşlik’ vurguları; İstanbul seçimlerinde bile inatla yakalarından düşmeyen ‘Kürt realitesi’nin tarihsel ve güncel ağırlığı karşısında ne kadar hafif, ne kadar yüzeysel ve yapay oysa…
Diyarbakır’da ‘Kürdistan’ demek neye yarar!?
Roma’dan bugüne, 7 bin yılda 30’un üzerinde medeniyetin izini taşıyan Amed’in Suriçi’ni yıkıp arsaya çevirdikten sonra…Bırakın anadilde eğitimi, büyük emeklerle var edilmiş anadil öğretimi imkânları bile yok ediliyorken…
Sokak, cadde, park isimlerine tahammül edilmezken… Ve evet, Kürt çocukları,
sanatın ve edebiyatın hayata güzellik ve zenginlik katan boyutlarını anadillerinde
izleyip öğrenemezken…
İyi okumalar…