dilop – hejmar/sayı:13

Kapak resmi: Delawer Omar

Belkî jî ew bihar e…

dilop digihê bihara xwe ya sêyem, sala xwe ya sêyem di vê Newrozê de.
Ji erdhejê bigire ta bi aşîtê, ji şer bigire ta bi şewbê… Em di wexteke wisa re derbas dibin ko bi silsileya ‘bobelat’an hatî dorpêçkirin.
Rejîmên ku kar û qezencê, rantê, mirinê û keserê ji xwe re kiriye armanc, êdî wilo
kirine ku bûyerên herî ‘xwezayî’ yên ku ji ber qanûnên xwezayê û fizîkê diqewimin jî ne ‘xwezayî’ bin. Tiştê ko ‘afatên xwezayî’ xedartir û kujertir dikin, ya rastîn ev sîstemên ku bixwe ‘afatên siyasî’ ne!

Lê belê tarîx şahid e ko şerên bêencam, doz û dezgehên kar û rantê, ji xeynî ku
wextê insanan badilhewa bikin, ti fêdeyek nedane mirovahiyê…

Ha hat, ha tê bihar.

Di bergê vê hejmara me de rismeke Delawer Omar heye. Demên sorbûyî yên
di vî rismî de wê bo kî, çi bînin bi xwe re… Ne hewce ye ko meriv biçe cem falbêjek
da ku vê vebêje. Em ê para xwe jê bistînin li gor tiştên ko me kirine û me nekirine.
Gelo agirê şer e; gelo êşa erdhej û aşîtê ye; yan jî gelo şewqa sor a berbanga bihareke nû ye? Dawiya her tiştî heye; dawiya van rojên giran ku bi hevkariya keser û xirabî û bêçaretiyê li me girantir dibin jî heye helbet. Belko ev bihar, ew bihar e!

Bihareke wilo ko insan dijminahiya li dij insanan, dijminahiya li dij xwezayê û
zanistê red bike…
Em hêvîdar in ko ev hejmar bi dilê we be…

Belki de o bahar…

dilop, üçüncü baharına, üçüncü yılına giriyor bu Newroz’da. Depremden çığa, savaştan salgın hastalıklara, ‘felaket’ silsilesiyle kuşatılmış bir zamanın içindeyiz.
Kârı, rantı, ölümü ve acıyı kerteriz almış sistemler ise doğanın ve fiziğin hareket
yasaları bağlamında gerçekleşen en ‘doğal’ olayı bile ‘doğal’ olmaktan çıkarıyor. ‘Doğal afet’ denilenleri, daha yıkıcı, daha öldürücü kılan, ‘siyasal afet’ durumundaki bu sistemlerdir aslında!

Oysa; kazanılmayacak savaşların, ‘dava’ların, kâr ve rant tezgahlarının, insanlığa zaman kaybettirmek dışında bir şeye yaradığına tanık olmadı tarih…

Baharın eşiğindeyiz şimdi.

Delawer Omar’ın kapağa taşıdığımız resmindeki kızıla kesmiş zamanın kime neyi
vadettiğini görmek için fal bakmaya gerek yok. Yaptıklarımız ya da yapmadıklarımız ölçüsünde payımızı alacağız. Savaşın ateşi mi; depremin, çığın acısı mı; yeni bir bahar şafağının kızıl şavkı mı yoksa?

Her şeyin bir sonu vardır; acıların, kötülüklerin, çaresizliklerin birlik olup üzerimize çullandığı bu zamanın da… Belki bu bahar, o bahar!
İnsanın insana, doğaya, bilime düşman edilmeyi reddettiği bir bahar…
İyi okumalar…