HEJMARA 21an DERKET!

kapak_21

Rêya rizgarbûna ji ‘qederê’…

Weke encama têkoşîna reqabetê û hesabên siyasî-aborî yên hêzên hewld didin hukmê dinyayê bikin, şerr dibin bela li serê mirovahiyê û kêferatên wan naqedin. Ne tenê mirin û rûxîn; xizanên ku canê xwe xilas dikin, ji cî û warên xwe dibin, bi hêviya koçberiyê û penaberiyê ber bi nezaniyê ve têne dehfdan; ev jî bi qasî mirin û rûxînê sosret e. Li sîberên ku şerr lê berdewam in û penaberan xwe spartinê vêca nijadperestî wan dorpêç dike ku ev jî qasî xwe sosret e. Ev sîstematîkeke wisa ye ku ji şerr ber bi nijadperestiyê berdewam e. Li hêlekê kareke muazzam a aborî-siyasî, li hêla din xizan û bindestên ku dimirin, perîşan dibin…

Meha Tebaxê bi koçek, pêla koçberan a ji Efxanistanê dest pê dike. Şerr, koç, koçberî û helbet nijadperestî, weku qedera herêma me be.

‘Aştiya’ ku di 1ê îlonan de tê bibîranîn rêya rizgarbûna ji vê ‘qederê’ ye… Kurdên ku li rojhilatanavîn yek ji yên tune tên hesibandin in, têkoşîna aştiyê, koçê û nijadperestiyê nas dikin. Bi şerr û nijadperestiyê hatine ceribandin. Qedrî Canê komunîst û welatperwer jî di temamê heyata xwe de rewşenbîrekî gelê xwe ye ku bi vê ezmûnê hatiye ceribandin. Bi heyata xwe ya ku di 1911an de li Dêrîkê dest pê kiriye û di havîna 1972an de li Şamê, li mişextiyê bi dawî bûye, bûye yek ji nûnerên zeraqdar ên mirovahiya bipêşketî. Him bênasnamebûnê ji xwe re kiriye derd, him jî enternasyonalîzmeke bêçîn û bêyî kedxwariyê weke doz neqandiye; bi helbest, çîrok, werger û nivîsên xwe bûye nemir.

Heta ku doza wî berdewam be dê bijî, dê bê jiyandin…