Navê Pêşeroja Azad: Mehmet Bayrak

Selîm Temo

Me tiliya xwe dibir ser jimara 7ê. Asansor bi qanîmanî hildikişiya. Gava li qata heftem bi qêrîna xwe ya metalîk disekinî du pêkanî dest pê dikirin: Heke li ber derî polês hebûna me digot, “wî, em şaş hatin!”, ku nebûna me berê xwe dida deriyê Öz-Geyê.

Öz-Ge, yanê Özgür Gelecek (Pêşeroja Azad). Belkî polêsên Enqereyê ji polêsxane û malên xwe zêdetir diçûn Öz-Geyê. Polêsxaneyê li ber deriyê Öz-Geyê datanîn. Lê cîhana pêşerojê li pişt deriyê Öz-Geyê bû. Mehmet Bayrakê di navbera heps, polêsxaneyên li ber derî û derve, mehkeme, maseya xebatê, erşîv, pirtûkxane, tez, şevên dirêj û kelebestan de digeriya, dev û olana wî dengî bû.

Ber bi 1996an ve, gava min dest bi teza xwe ya derçûnê kir, ketim ser şopa pirtûkeka seydayî ku li Öz-Geyê jî nebû: Eşkıyalar ve Eşkıyalık Türküleri. Çimkî hatibû berhevkirin û tunekirin. Pirtûk di sala 1985an de hatibû belavkirin. Xelateka lêkolînê jî wergirtibû, lê ji ber peyva “Kurdistan” ku di çend stranên Tirkî de derbas dibûn hatibû qedexekirin. Lê heke zordarî hebe li Kolana Karanfîlê jî pirtûkfiroşiya Dersim-Doğanî heye! Piştî min pirtûk ji wir hilda, bi dehan caran li stranên peyva Kurdistan tê de vegeriyam û min ji nû ve xwendin û paşî bû bingeha teza min a doçentiyê: “Cîranên Dûr: Têkiliya Helbesta Kurdî û Tirkî.” Gava min dest bi amadekirina antolojiya helbesta Kurdî kir, li pirtûkxaneya Bilkentê pirtûkên wî bi hawara min ve hatin. Min pirtûka Horasan Kürtleri (Kurdên Xorasanê) jî bi rêberiya pirtûkên wî amade kir. Dikarim bêjim ku çaryek sedsal e Mehmet Bayrak çiraya pêşeroja xebatên min e. Ji xwe wek nifş jî me berê xwe bida kîjan qadê, şûna pênûsa seydayî pêşwaziya me dikir.

Pîrê azadiyê, gellek pirtûkên nenas dan çapkirin û tevî Poladyan, Kurdo, Zekî Beg, Farizov ûyd. rêyeka dirêj vekir ji bo her kesekî.

Mehmet Bayrak, ji pirtûkxaneyên cîhanê û ji axa welêt pirtûkxaneyeka sax berhev kir. Ji stranên Kurdên li ser sînoran heya belgeyên hezaran salî, ji defterên derketiyan heya peyvên zanayên jibîrbûyî, ji dengê hezîn ê Ermenên sêwî heya xwendekarên înstîtutên mamosteyan, ji xemlên jinên Kurdan heya derewên îkonografyaya serdestan… Bi pênûsa siya şûrê Misrî li ser ket qada munkîran. Bi ser kozikên wan ên genî ve girt. Kurdolojiyê ji bin axê derxist û vejand. Bû sazîyeka bê derî û dîwar.

Mehmet Bayrak, navê pêşeroja azad e. Gava dest bi karî kir, tarîyeka tîr hebû. Îro rojeka çavşikên e. Jixwe ya em jê re dibêjin azadî, her û her li pêşerojê ye.