Îbrahîm GÊNÇ
Di dîroka çandî ya kurdî de çirûska ku Ehmedê Xanî pê xistiye di rêya azadiyê de, bayê ku malbata Bedirxaniyan wezandiye sed sal bibihurin jî tesîran wan nabihure. Xebatên ji bo yekîtiya gelê kurd bersiv e ku li ser bingeha banga Xanî ye. Xebatên zimanê zikmakî û xebatên edebiyatê yên ronakbîrên kurd jî ew hewldan in ku bingeha Bedirxaniyan danîbû bilind bikin. Ji bo vê yekê, weke her civakê kurd jî ancax xwedî li pêşiyên xwe û ronakbîrên xwe derkevin, dikarin li mîrasa xwe xwedî derkevin. Yek ji ronakbîrên kurd ê divê bê naskirin jî Mîr Kamûran Alî Bedirxan e.
Kamûran Alî Bedirxan ê ku di wêjeya kurdî de nivîskarekî qedirbilind e, weke ji paşnavê xwe jî diyar dibe neviyê Mîrê Cizîra Botan Bedirxan Paşa, lawê Mîr Emîn Alî Beg û birayê Celadet Alî Bedirxan e. Di 21ê Tebaxa 1895an de li Stenbolê ji dayik bûye û zarokatiya xwe jî li Stenbolê derbas kiriye. Ew jî weke ferdên din ên malbata Bedirxaniyan bi hişmendî mezin dibe. Li Zankoya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê xwendiye û bûye parêzer. Demek bi şûnde çûye Almanyayê û li wir doktoraya xwe li ser hiqûqê kiriye û lewma weke Dr. Kamûran Alî Bedirxan tê gazîkirin.
Xebatên wêjeyî yên li sirgûnê
Mîr Kamûran Alî weke malbata xwe di partî û saziyên kurdan de cî girtiye. Lê belê tenê bi siyasetê qayîl nebûye û di xebatên zimên û wêjeyê de jî çalak bûye. Xebatên rewşenbîriya wî di sala 1913an de dest pê dikin. Heta ku bi birayê xwe Mîr Celadet re xebata xwe ya ewil bi navê Rûyê Hundirîn ê Bûyerên Edîrneyê amade dike. Ji xeynî vê gelek nivîsen Mîr Kamûran Alî di weşana Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê rojnameya Serbestî de jî tên belavkirin.
Her wiha tê zanîn ku her du birayên Bedirxanî (Kamûran Alî û Celadet Alî) piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, xebatên xwe yên siyasî fireh kirine û piştî ku Dewleta Osmanî belav bûye hewl dane ku eşîrên kurdan bigihînin hev. Ji ber van xebatan rejîma komarê cezaya îdamê daye wan. Demekê xwe weşartine û dû re di sala 1922an de derketine derveyî welêt. Mîr Kamûran Alî di sala 1930î de diçe Sûrî cem birayê xwe Celadet Alî ku ew jî di sala 1926an de çûbû Sûrî û bi hev re xebatên siyasî û wêjeyî dikin.
Her çi kêmasiyan bihewîne jî Kamûran Alî zaravayê kurmancî latînîze kir. Di sala 1932yan de li Şamê bi xîretên birayên Bedirxanî Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Kamûran Alî jî di wê demê de hem ji bo Hawarê hem jî ji bo Ronahiyê gotar, helbest û şîroveyên bi kurdî û bi fransî nivîsîn. Demek bi şûnde ji Şamê derbasî Beyrûdê bû û li wir kovara Roja Nû derxist. Xwendekarên kurd civandin hev û dersên kurdî dan wan.
Gelek berhem hiştin li pey xwe
Piştî ku li Beyrûdê gelek xwendekarên kurd gihandin hev, Mîr Kamûran Alî di sala 1948an de li Parîsê bi cî bû û xebatên xwe yên neteweyî li wir domandin. Bi serkatiya wî li Parîsê beşa kurdî tê avakirin. Di sala 1950î de jî li Zanîngeha Sorbonnê di beşa zimanên rojhilatî de bûye akademîsyen û li wir dersên kurdî dane. Di sala 1954an de zewiciye. Di sala 1961ê de ji bo piştevaniya Mele Mistefa Barzanî bike yê ku li dijî rejîma General Abdulqadir Qasim têkoşiyaye, bûye nûnerê Ewrûpayê. Em dikarîn bibêjin ku Mîr Kamûran Alî li Ewropayê weke dîplomatekî kurd dixebitiya. Dîsa di van salan de bi şaîrê tirk Nazim Hîkmet re hev nas dikin. Der heqê dîroka gelê kurd de gelek agahî daye Nazim Hîkmet. Fikr û ramanên Nazim Hikmet ên derheqê kurdan de ji nameya wî baş tê fahmkirin a ku di sala 1961ê de şandiye ji Mîr Kamûran Alî re.
Kamûran Alî yê ku jiyana wî bi xebatkarî û fedakarî derbas bûye, di 6ê Kanûna 1978an de li Parîsê çûye ser dilovaniya Xwedê û li pey xwe gelek berhem hiştine. Berhemên wî ev in: Tefsîra Quranê, Xwendina Kurdî, Gramera Kurdî, Destpêka Xwendinê, Ferhenga Kurdî, Dersên Şerîetê, Şiîrên Kurdî, Berfa Ronahiyê, Rêzimana Kurdî, Elfabeya Min, Elfabeya Kurdî, Zimanê Kurdî, Parçên Bijarte, Zimanê Mader.
Çavkanî:
1 – Feqi Huseyn Sağniç, Dîroka Wêjeya Kurdî, Weşanên Enstîtuya Kurdî Ya Stenbolê, Çapa 2002yan, r. 519-522.
2 – Mehmed Uzun, Kürt Edebiyatı Antolojisi, İthaki Yay. Eylül 2011, Çev: Metin Aksoy, s. 228-233.
3 – http://haber.sol.org.tr/blog/kurdewari/ozkan-oztas/nazimdan-kurt-halkina-mektup-var-105331