ROJEKE XEBATÊ YA JI RÊZÊ [1]

ÖZGÜR ÇIRAK

WERGER: BÜLENT GEDİK

Gava ez kevçî di destê min de, min binê qutiya mayonezê paqij dikir Rana got “Xalê min Refik bêyî ku bijî mir, tu dizanî?” Divê ez qutiya ku vala bûye, hilînim û qutiya nipînû ya bîst kîloyî li ciyê wê deynim. Ji ber ku kartolên du rojî yên ne teze jî di nav de dawiya loda kartolan hatiye, ji bo sorkirina yên nû divê ez poşeta kartolên qeşartî, hûrkirî û cemidandî ya deh kîloyî ji sarincokê derxim û bînim.

Li ber qaseyan, xirtola ku heke bêkartolan bimîne ez nizanim ka dê çi bike heye. Ew birçî, hêrsok, kanc û nûgihîştî ne û hînî kirînê bûne. Ji ber ku ew ji menûyê du hambûrgeran dibijêrin û hejdeh lîrayan ji bo wan didin, xwe xwediyê her tiştî dihesibînin. Ez di berginda hijdeh lîrayan de bi mirûzê şor, ehmeq û nezan xizmeta mirovên bi vî rengî dikim. Ku ew nexwazin, ez qeşayê dikim nav kolaya wan. Ku fantayê bixwazin ez gazozê dadigirim. Heke bibêjin bila bê ketçap be, ez sosê vala dikim ser kuftilkê wan. Gava ku hêviya wan di ber wan de dimîne û ew mirûzê xwe dikin, ez bi hemû şalûsiya xwe dibêjim “Ax, xeletî bûye, ka bisekinin, em heman ya nû bînin û xwe bidin efûkirin.” Ewqas birçî ne ku nikarin pênc deqeyên din semax bikin û bisekinin.

Bi dengê midûrê firoşgehê Halim Begê ku di şalûsiyê de ez nagihîjim neynika wî jî, ez kevçiyê mayonezê ji destê xwe ber didim. Qaşo bo ku han bide ew dibêje “Bila kartol qirpeqirp biqijilin, mîna dendikê hinarê sor bibin…”

Rana dibêje “Xalê min Refik pêncî û du salan xebitî, Cahit. Li ser û binê erdê, di deryayê de, li çiya û daristanan tam pêncî û du salan.” Ez guhdariya Ranayê dikim lê wexta min tuneye bersivê bidimê. Em dicehdînin. Kar qet naqede, qedandinê li aliyekî bihêle, sivik jî nabe.

Ranayê carnan qala xalê xwe dikir. Ew heya panzdeh saliya xwe li ber destê wî mezin bûye. Niha ji ber ku bêyî wî maye dilê wê diêşe. Lê dahatûya zencîra firoşgeha hambûrgeran a ku ez tê de dixebitim bi qijilandina kartolan ve girêdayî ye. Xalên Refik her tim dimirin, ew ê her tim jî bimirin. Heçî kartolên sorkirî ne namus in, al in, welat in. Divê ew werin qijilandin. Heke tu neqijilînî ew ê kesekî din bibînin ku biqijilîne.

Em di navbera rûnê sorkirî ku qulteqult dikele û dipeşkîne û qerisînerên ku sermaya wan li pişta me ya xwêdayî dixe de bi şeş saetan tûşî midûrê firoşgehê Halim Beg dimînin. Ew hewl dide ku han bide me: Ka milet bilezînin! Begno, xanimnê, ka em randimanê zêde bikin…” Em şeş saetan bê sekn û rawestan dixebitin. Dûvre vehesa çay û cixareyê tê. Di nav vê şuxula yeknesak de ewiqîneke panzdeh deqeyê, fîtikdana çavekî ye ew, negirtina lingekî… Di randimanê de windayiyeke panzdeh deqeyî.

Ez û Rana, em kar û bar nîvco dihêlin û vêsa xwe digirin. Niha ez dizanim Halim Beg, ji me re diran disûte. Çimkî em pênc deqeyên din naxebitin, van kartolên ku divê bêne qijilandin nakin nav rûnê sorkirî û vehesa ku jixwe mafê me ye bêkemasî bi kar tînin. Li gorî Halim Beg, divê em hemû fedakariyê bikin. Divê em vehesên xwe, navbera xwe ya xwarinê, roj û şevên xwe û heke hewce be jiyana xwe jî fedayî karê xwe bikin.

“Nabe Halim” dibêjim ez di dilê xwe de, “tu ligel prîman sê hezar lira mehane digirî. Di bergîdana wê de bîst û heft salên xwe û ji bilî dema ku di xew de hemû roja xwe didî.” Ji bo çi?

Di eslê xwe de midûrbûna li firoşgehekê jî eynî mîna di dibistana sereteyî de serokbûna li polekê ye. Divê tu bibî şîrîna mamoste û wekî zarokan rind berdêla wê bidî. Ev Halim di zaroktiya xwe de jî serokê polê bû teqez. Helîm û selîm. Yên ku navê wî lê danîne ji bo ku ew bibe serokê polê, bibe midûrê firoşgehê ev nav lê danîbûn belkî jî. Halim li darê çavan her tim efendî ye, spartekên xwe bêkêmasî çêdike, tu nikarî ji devê wî ji xeynî “ehmeq”, “pîs” û herî zêde “biteqize” çêran bibihîzî… Lê serê wî jî tu carî bi qasî nehsa polayê naxebite.

“Wexta ku wan xalê min Refik dîtine, xirqeyê wî çirandî bûye. Tu bi pêncî û du salan weke keran bixebite, dema dimirî xirqeyeke bi rêkûpêk jî li ser te nebe.” dibêje Rana û serê xwe li milê min dide. Gava ev keçik wisa dike, wisa diaxive ez di dilê xwe de dibêjim bila qir bikeve her tiştî. Ez dixwazim derkevim biçim. Bêyî ku li paşiya xwe binêrim, bibezim û ji her tiştî birevim. Bila kul bikeve hambûrgerfiroşê wan jî, karê wan jî, Halimê wan jî. Bila dayika min a Alzheimera ku hişê wê hijdeh sal, du meh û sê roj berê di roja ku bavê min li bin hezanê ma de sekiniye û xalê min ê bêkar ê ku ji girtîgehê derketiye û li mala me bi cî bûye jî tût û rût li ortê bimînin.

Em cixareyên duyemîn jî pêdixin, çayên xwe yên tehlbûyî vedixwin. Ez ji Ranayê dipirsim “Em îşev biçin sînemayê?” Ji ber ku çilê xalê wê neqediyaye ew nikare were. Jixwe Halim destûr nedaye ku ew biçe cenazeyê jî. Keçikê peywira xwe ya dawîn jî nekariyê bîne cî. Li gorî Halim heke Rana biçûya dê kar bi derengî biketa. Ku kesek nehatibûya diviyabû her kes ji sedî heft û nîv bileztir bixebitiya. Di nav dikana dused û heştê û heft metre çarçik de ewqas lezkirina sih û çar xebatkaran jî ji aliyê mekanî ve ne pêkan bû. Ka hûn li wê matematîk, têgihana qadê û zanîna fizîkê ku bi wî kerê çolê re hene binêrin. Ma ne yên ku tu difiroşî kuftilk û kartolên şevî ne deyûsê heram! Ev çi forsa te ye!

Vehes diqede. Ji ber ku em pêncî du çirkan direng dimînin Halim me dihetikîne. “Cahit Beg û hevala wî ya xoşewîst Rana xanim, dema peyv tê ser heq û hiqûqê ji tu kesî paş ve namînin, lê qet şerm nakin deqeyekê ji hevalên xwe didizin.” Wisa dest bi devavêtinê dike û didomîne. Qaşo em tiral bûne, jixwe di devê topê de bûne. Dibêje fîrma dê hejmara xebatkaran kêm bike. Ne sir e ka vê gavê serê pêşî kî dê ji kar werin avêtin.

Şeytan dibêje serê wî têxe nav frîtoza kelijî mîna dendikê hinarê sor bike. Dûvre jî bide wan zombiyên ku li benda sîparîşê ne, ew bixwin.

Mesaî diqede. Ez jî, Rana jî dimirin. Piştî vehesa çayê em şeş saetên din jî dixebitin. Xebata tam dozdeh saetî. Bê sekn û rawestan, li ser piyan xebateke bêaman… Carcaran em disekinin û ji xwe dipirsin ka em çi dikin. Bi rastî jî ka em çi dikin û çima dikin? Yanê çi dibe di nav van dozdeh saetan de? Min û Ranayê rojekê hesab kirin. Me bi hev re sî û çar kîlo kartol sor kirine, heşt kîlo û nîv kuftilk kirine nav sê kîlo û nîv nan. Me nekarî giraniya penêr û garnîturê bihesibînin. Me kêm zêde sêsed lître vexurka bigaz dagir kirine nav îskanên plastîk. Gava ku dil li me dixewirîne em li rûyê mişteriyan lencîne. Ha, yek jî li hemberî heqaret, azar û biçûkdîtinê me semax kirine. Hem jî ji bo hezar û pêncsed lîra mehane û daçûna rê û sîgortayê.

Gava em xatir ji hevdu dixwazin Rana dibêje “Xalê min Refik bêyî ku bijî mir.” Li ber navenda danûstendinê texsiyên zer, trêmpêlên xisûsî û mirov li hev digerin. Em di nav roniyên rewnaq de nola vereşana devekî beton in, rengareng. Rana bi pozê xwe yê sor û çavên xwe yên gir û xembar weke têjikeke kûçikan î xemgîn lê mêze dike. Dest lê cemidî ne.

Ez dibêjim “Ewqas xemgîn nebe.” Ew weke ku dibêje “temam” li min dinêre. Dibêjim “Em ê sibê hevdu bibînin. Vardiyaya te kengî dest pê dike?” Ew dibêje “Ez rojvan im.”

Gava ku ez ber bi qerebalixa di rawestgeha otobusan de li bendê ne ve dimeşim ez li rûyê ezmanê tarî şewqeke birûskê dibînim, lê ne deng jê tê, ne jî baran dibare. Ewr bêrawestan li hevdu dikevin, bi ser hev de didin û li hev diqelibin. Agir bi wan dikeve lê dikin nakin nabarin. Hişê min li ser wan ewran dimîne. Ez di otobusê de bi qasî heftê û çar rawestgehan li ser piyan diçim. Dema em tên Şahintepesiyê otobüs hema bêje bi tevahî vala dibe. Şofêr, ez û çend xaltî tê de dimînin. Ma ev e siûda ku tu didî min? Bi qasî heftê û çar rawestgehan li ser piyan dimînim, dûre di rawestgeha dawîn de tu dibêjî “Ka kerem bike, ev jî nesibê te ye.” Ez rûnanim, ji rika xwe li ser piyan disekinim.

Gava di derî re dikevim hundirê malê dayik û xalê min li Sultanê temaşe dikin. Heçko bavê min qet di bin hezanê de nemaye, xalê min ji ber deynê xwe yê bacê neketiye girtîgehê. Şener Şen çokomelê an jî berçoviyeke weke wê dide zarên nehs ên Turkan Şorayê. Dibêje “Ew zarok in Tultan Xanim…”

Çay li ser sobeyê dikele. Qaçilên leymûn û lalengiyê di nav sobeyê de dişewitîne, ew weke misk û emberê bêhn didin. Di hêlîna me ya tijî kamraniyê de tenê bêhna goreyê ku di sobeyê de dişewite kêm bû, wê jî ez lê zêde dikim. Di nav tasa çînko de xwarina kartolan ji min re cihê kirine. Ez nan hûr dikim navê, pîvazek jî li tenişta wê. Caciq hebûye, neneyê dikim navê. Dema li Sultanê temaşe dikim hejaneke sivik çêdibe. Erdheja mezin a Stenbolê ye? Ez li lambeyê dinêrim, diheje lê ne ewqas bi heybetî, bi nazdarî… Erdheja biçûk a Stenbolê ye. Em antrenmanê dikin. Qet ne xema dayika min û xalê min e. Ez jî nabêjim erdhej çêdibe da ku kêfa wan xera nekim. Piştî xwarinê giranî li ser min çêdibe. Gava li fîlm temaşe dikim, di xew ve diçim.

Ez sibê di pênc û nîvê de şiyar dibim. Eta Fatma û du birayên ku em her sibê bi hev re li otobusê siwar dibin dîsa li rawestgehê ne. Yekî ji biraderan li Unkapaniyê weke erkdarê ewlekariyê dixebite, yê din jî dîsa li cem pîlawfiroşeke bi nav û deng… Yê ku li cem pîlawfiroş dixebite ji êvarê de maye. Eta Fatma li gor pêwîstiyê, ji me zilaman dûr, ser di ber de li benda otobusê ye. Ji bo karê paqijiyê diçe Tarabyayê. Heya wê derê ew ê sê otobusan biguherîne. Vê carê ez dikarim rûnim, ji ber ku em nêzî rawestgeha ewil in.

Li kargehê em paqijiya sibehê ya rojane dikin. Berheman derdixin. Li bişkojên cure cure yên ku xwarinan germ dikin, dixin. Rana îro baştir e. Xalê wê Refik beriya ku bimire nameyek jê re nivîsiye, “nameyeke bi çend risteyan.” Vê sibê ji posteyê derketiye. Rana nikare li ciyê xwe bisekine, xalê wê çi nivîsîbe êdî.

“Ka nîşanî min bide, çi nivîsiye?”

“Tu yê di vehesê de bixwînî.”

Xalê wê Refik du rojan beriya ku bimire ew daye posteyê. Îro beriya nîvro tiştekî pirr ecêb çêdibe. Dîsa erdhejeke biçûk. Em hêdîka diçin û tên. Lê vê carê em hewce dibînin ku bi derekî bigirin. Awîzeya dêwasa ya bi arîka navenda danûstendinê ve hilawestî wekî hûtekî çîrvanokan bêsekn û rawestan diperpite da ku xwe ji zencîrên xwe bifilitîne. Mirov ditirsin. Di dest de poşetên danûstendinê bi vî alî û bi wî alî ve direvin. Lê tişta ecêb ne ev e. Ji sibehê û pê ve devê Halim Beg tev ketiye hev. Ew fermana kar nade tu kesî. Heçku ew Halimê fir’ewnê nelet çûye û li cihê wî Halimekî din ê hema bibêje kelogirî, ji dinyayê sarbûyî û ji çarenûsa xwe razî hatiye. Karta xwe ya “midûrê firoşgehê” ku her tim bi berstûka suweterê xwe ve dikir jî pê ve nekiriye. Ji hemûyan balkêştir jî îro traş nebûye.

Piştre em dibihîzin ku Halim ji kar avêtine, kesekî nû dîtine. Kesekî ku dê bi mehaniyeke dused lirayan erzantir bixebite û ji ber ku bi demeke dirêj bêkar maye, tu caran di dilê xwe de derbas neke ku jê zêdetir bixwaze. Tecrubeya wî ji ya Halim zêdetir e, bi ser de jî di asta navincî de bi îngîlîzî dizane. Me midûrê firoşgehê yê nû heye êdî. Halim weke mêrekî îxanet lê bûyî digere, dizivire û li tabelaya şîrketê dinêre. Wan tika ji wî kirine ku heya midûrê nû were li ser kar bimîne. Wî jî pejirandiye. Heya deqeya dawî zarokê şîrîn e. Ku ez bûma… Min ê çi bikira ku ez bûma? Herhal ez ê jî weke Halim bêyî ku qet dengê xwe bikim li bende bimama da ku ew di meaşê bêkariyê de pirsgirêkekê dernexin. Ez û Rana, em li ber Halim dikevin? Ecêb e, lê erê, dilê me pê dişewite. Bi ihtîmaleke mezin, dema yê nû were jî em ê yê kevin bi bîr bînin. Dîsa erdhejeke biçûk çêdibe.

Ewrên ku şewqên birûskê lê xuya dibin, lê dikin nakin nabarin, qafikê rûyê erdê yê ku dihejîne lê naherifîne… Nifrîneke ku nola helbestan bêsekn û rawestan mezin dibe…. Baş e ku Rana îro dilşad e, şeva din jî dema li Sultanê dinêrîn yên me dilşad bûn. Baş e, lê rewşa min, rewşa me, ya me hemûyan dê çi bibe? Em ê vê yekê di vehesê de biaxivin, bi Ranayê re.     


[1] Sıcacık Bir Ev, Özgür Çırak, Nota Bene Yayınları, İstanbul, 2019