RAKEL DİNK
Cutakê min,
15 sal çêbûn ku ew guleyên bêbext ên ji para li te hatin berdan, te ji me stendin. Dengê te hêj di guhê me de ye. Lê her te qala tiştê anîne serê gelê xwe kir, tu bi xayîntiyê sûcdar kiribûn, bi qesta xencerkirina ji para…
Ya Rebbî tu dibêjî “ji dijminên xwe hez bikin, kê ji we nifret kir hûn qenciyê li wan bikin, kê lanet li we kir hûn qenciyê bixwazin bo wan, kê heqaretê li we kir hûn dua bikin bo wan.” Ez dua dikim.
***
15 sal çêbûn. 15 salên kêm. Zarokên wan rojan weke Nazım mezin dibin. Her pirsgirêka em nikarin çareser bikin, em dixine stûyê wan. Weke xwedanê pirsgirêkan jî, sebebê wan jî ne em bin, bi ser de jî em radibin zarok û xortan dişînin eniya şer.
Lê heke mîrateya me ya xwîndar nebe, ligel hemsalên xwe yên li seranserî cîhanê, tevî hemû cudahiyên xwe karin xeyala dahatûyeke din bikin û wê bînin pê. Jixwe dê têra xwe pirsgirêkên wan hebin. Hê em ê çend erdhejan bibînin. Ka em kilîdê raboriyê vekin da ku ruhên xembar azad bibin. Rastî, zinareke zexm e ku em ê pê mala xwe ava bikin. Heqîqet zinareke zexm e.
Di navbera tirsa dahatûyê û xeyalan û ya mîrateya xembar a mezinên xwe de asê dimînin zarok. Yan zirarê didin xwe, yan didin kesine dî. Lê belê heke bên ba hev û weke avê biherikin li hemberî wan tu tişt nikare bisekine. Çi zordest dîtin dinyayê, çi zilm. Roj hat hemû têk çûn. Dewran guherî. Çi siltan, çi padşah, çi qeyser têk çûn. Dîsa dê têk biçin.
Li gund, ji bo ew ê ku li ber kaniyê, li ber pirê bi çekê xwe bisekiniya û ji xelkê xerac bistenda digotin eşqiya. Paşê çekan li pey perçeyê kaxizan veşartin. Navê dewletê lê kirin, jê re gotin şîrket. Li ser kaxizan qanûnên xwe nivîsîn. Me bawer kir, hûn mekin zarokno.
Gava tiştek ne yê kesî be û hin bibêjin “ya min e”, bawer mekin! Gava tiştek yê her kesî be û hin bibêjin “ya min e”, bawer mekin! Ji bo her itiraza li ser vê axê gotin hêzên derve. Rast e. Hundirê we, derveyê wan e. Gava dilê we şewitî, wan tim got dû heye li der û pencereyên xwe girtin.
Di berxwedana Geziyê de ciwanan ewilî xwestin bajarê xwe biparêzin, paşê ji bo parastina dostên xwe yên mazlûm zêde bûn. Ji wê re jî gotin hêzên ji derve, gotin teror, vê gotin, wê gotin. Çavên zarokên me rijandin, gaz û ava bijehr reşandin wan. Zarok hatin kuştin. Kî bû yê terorê dikir? Heta kêm caran hatiye dîtin ku ewqas ciwan bên cem hev û derdorê ewqas hindik biherifînin.
Niha bi perçeyên kaxizan ên bixwe nivîsîne, qaşo wan dadgeh dikin. Mimkun e?
“Ey desthilatdarno, hûn bi rastî jî bi awayeke heqanî biryaran didin?
Hûn bi awayeke rast dadgeh dikin insanan? Na!
Hûn tim neheqiyê dihewînin di dilê xwe de
Hûn zordestiyê dikin li rûyê erdê.”
***
Cutakê min!
Her ku pirsa terorê ji te kirin, te lanet lê kir. Te terora hêzê jî li hember danî. Te lanet li wê jî kir. Qesta te karên ne meşrû yên hêza dewletê bû. Li dinyayê gelek teror hatin kirin û dewam dike. Berî te jî, piştî te jî… Yên hêzdar dibin zilmê dikin. Kî ji wan karin hev sûcdar bikin? Her ji kîsê gelan diçe. Di her 19ê Çileyê de ku em te bibîr tînin, me hewl da em zilmên din jî bibîr bînin, bibîr bixin. Me got gava em risman deynin cem hev, em tevde li wê albuma êşan binerin dibe ku qatilê esas eyan û beyan derkeve holê…
Te dît li Qibrisê çawa ketibûn pey rojnamegerek din, pey Kutlu Adalı? Ma şaş dibêjin gava em çavkaniya esas a terorê ya li ser vê axê dibêjin? Kitêba pîroz dibêje “Nebine şirîkên karên bê fêkî yên tarîtiyê. Berovajî wan derxin holê.”
Dostên me bi salan di hepsan de hiltînin. Yekê berdidin, yekê din digirin. Bi hincetên tiroviro, bi derewan… Êdî hincet jî nabêjin, “hema wisa” dibêjin û digirin. Parêzerên ciwan ku li pey her derdê welat dibeziyan, rojnamegeran girtin, weke ku Osman jî, Bircanê jî girtin… Her siyasetmedarên ku gotin “Em kurd in” girtin. Dixwazin çek xeber bidin, ne insan. Dîsa zimanê xwe ferz dikin. Lê em nebin ji yên ku hêviyan dişkînin.
Gava me tu radestî axê kir dengê raperîn û îtirazê bilind dibû ji vir, ew deng nebiliya, dê nebile. Karker, jin, xwendekar, gundî dîsa li ber xwe didin. Ya her kesî, ya ne kesî ji ew ên dibêjin “ya min e” diparêzin. Rojekê dîsa dê bibin yek, bibin lehî û biherikin.
Hinek jê dilşikestî ne. Dibêjin “Gava bi me kirin hûn li ku bûn?” Me nexwest em wisa bin, heta qeweta me têr kir me xîret kir ku em mil bidin milên wan. Em ê wisa jî bikin.
Dengê te di guhê me de ye. Soza me soz e.
*Axavtina Rakel Dinkê ya di salvegera 15emîn ya bîranîna Hrant de ku di roja 19ê Çileya 2022an de kiriye