Hevpeyvîn: Bêrîvan Kayi
Weke gelek qadên jiyanê di muzîkê de jî îro hişmendiyeke serdest heye ku tenê bi pey çav, birû, bejn û bala jinan ketiye û tenê li ser bedena jinan disekine, wan weke amûr dibîne. Helbet hunereke ku li dijî vê hişmendiyê bi her awayî li ber xwe dide û berhemên xwe diafirîne jî heye. Yek ji van jî Koma Jin MAyê ya ku ji 11 kesan pêk tê. Jin MA li Amedê di bin sêwana MA Music Centerê de xebatên gelek bingehîn ji bo mûzîka kurdî dike. Têkildarî kar û xebatên Jin MA û afrîneriya jinên di vê komê de em bi endamên komê Sarya Ertaş û Hêlîn Kılıçarslan re axivîn.
Em ew ewilî te nas bikin. Sarya kî ye û çi wextî dest bi muzîkê kiriye?
Ez di nav malbeteke muzîkjen de mezin bûm. Bavê min jî heman rengî dengbêj e û bapîrê min jî dengbêj bû. Niha birayê min jî mamosteyê kemanê ye. Yanî bi malbatî ye mûzîkjeniya min. Ji ber vê yekê jî ez li gor hevalên xwe bi şens im. Min heta pola 8an xwend û piştî wê jî min di beşa Hunerên Ciwan de berdewam kir. Di sala 2015an de saziya Aram Tîgranê dest bi xebatên akademiyê dikir. Beriya wê jî jixwe ez di koma zarokan de bûm, her tim dawiya hefteyê beşdarî dersan dibûm. Heta 14-15 saliya xwe jî tim wisa bûm. Lê dawiya dawî diviya bû ku ez biryarekî bidim bê ka ez di xebatên muzîkê de berdewam bikim an jî li zanîngehê. Min biryara xwe ji aliyê Akademiya Aram Tîgranê ve da û xebatên xwe li wir meşandin.
Di serî de min bi kemanê dest pê kir. Di heman demê de dersên solfejê, dersên harmoniyê hebûn û me xebatên xwe wisa dewam dikirin. Yanî di 15 saliya xwe de bi her awayî ez tev li xebatên akademiyê bûm heta niha jî xebatên xwe didomînim. Her çiqas ku wek enstrumanê min bi kemanê dest pê kiribe jî pişt re min dev jê qera û berê xwe da piyanoyê. Piyanoyê zêdetir bala min kişand. Di serî de helbet ji bo dengbêjiyê lêhûrbûneke min hebû lê bi akademiyê re ev yek bi rêk û pêk çêbû. Weke tê zanîn ku bi hatina qeyûm a li ser şaredariya Amedê jî, Akademiya Aram Tîgranê me bixwe girt. Ji ber ku me nexwest em di bin banê qayûman de karên xwe yên hunerê bi rê ve bibin. Piştî vê yekê jî wek sazî me Ma Mûsîcê ava kir û em niha xebatên xwe li vir didomînin. Min di 16 saliya xwe de dest bi mamostetiya piyanoyê kir. Ji aliyê din ve min dengbêjî jî bi pêş xist.
Him dengbêjî, him piyano…
Di nav axaftina te de tişta herî zêde bala min kişand jî, tu bi eşq qala piyanoyê dikî. Çima enstrumaneke klasikî ya wek piyanoyê?
Nizanim çima piyano lê belê jixwe amûrên wek tembûr, gîtar, bilûr, erbane û hwd. hebûn lê kesên ku berê xwe didan piyanoyê zêde nebûn. Min meraqa wê kir. Ixtîmal heye ku gelek caran ji ber ku ez dengbêjiyê dikim, meyzandineke wisa ku sankî ez li tembûr an jî erbanê didim jî derdikeve. Lê ez hem ji dengbêjî, hem jî ji piyanoyê pir hez dikim. Herduyan jî bi hevdû re bikar tînim. Ya din jî piyano ji bo muzîkê amûreke bingehîn e. Helbet wek jineke kurd tembûr, erbane û hwd jî bala min dikşînin lê min piyano zêdetir nêzî xwe hîs kir. Niha jî di akademiya zarokan de dersên solfejê, stranbêjiyê û hwd. jî didim.
Sarya wek niha te di serî de jî anî ziman ku te ji zaroktiya xwe ve di nav xebatên saziyeke wek Akademiya Aram Tîgran û herî dawiyê jî di yên Ma Mûsicê de cih girtiye. Vê yekê tesîreke bi çi rengî li te kir? Di warê muzîkê de bingeha te xurt kir?
Yanî ez dikarim bêjim ku her tim li vir pêşketinek heye, tenê di qadekî de û wek pergalê di mijarekî de na di aliyê fikir û hişmendî de meriv bi pêş dikeve û her weke din divê pêşketin di mirovan çê dibe. Tenê pêşketina meslekî na, ya jiyanî û nasnameyê û hwd. pêk hat di şexsê min de. Jixwe îro pergalên heyî tenê li ser meslekî bi giştî nêz dibin lê ya baştirîn ew e ku bi taybetî jî wek jinek, kurdek û hunermendek di aliyê fikrî jî pêşketineke me hebe. Ji bo min jî Akademiya Aram Tîgran, Ma Mûsîc û Jin MA tê wateya cih û warê pêşketinê. Ji ber vê yekê jî ez her tim dibêjim ku baş bû min di 15 saliya xwe de biryareke bi vî rengî da û ez di nav Koma Jin MAyê cih digrim. Niha em li vir wek jin bi awayekî xweser ji aliyî ve xebatên xwe dimeşînin. Êdî hunera ku em weke Ma Musîcê diafirînin dê ji bo pêşeroja çanda civaka kurd be. Yanî di hişê civakê de dema dengbêjî derbas dibe her tim pîr û kal tên bîra wan. Lê em hem wek Orkestraya MAyê, hem jî wek Jin MAyê vê nêzîkatiyê bi pratîkên xwe ji holê radikin. Û em perwerdeya dengbêjiyê hê di temenê biçûk ên di navbera 2-3 saliyan de didin zarokan. Ez bixwe jî mamosteya dengbêjiyê me. Ev yek ji bo çanda gelê kurd tiştekî pir girîng e.
Em hem wek Orkestraya MAyê, hem jî wek Jin MAyê xebatên xwe bi awayekî kollektivî diafirînin. Ev der cihê afrîneriyê ye. Lê helbet cihê Jin MAyê ji bo min hê zêdetir cihê ku ez herî zêde jê kêf û moral digrim. Cihê kêfxweşî, afrînerî û hunerê ye.
Awayê kollektîv, terzê kurdewarî
Hêlîn tu dikarî bi kurtasî qala xwe ji xwînerên dilopê re bikî? Te çi wextî dest bi muzîkê kir?
Ez ji Tetwanê me. Ji ber hin sedeman malbata min, berê xwe da Stenbolê. Berê dema ez li Tetwanê bûm jî bala min li ser muzîkê bû û wê demê (di 8 saliya xwe de) min dest bi muzîkê kir. Bi awayekî bi rêk û pêk li Stenbolê di 12 saliya xwe de di NÇMê (Navenda Çanda Mezopotamyayê) de dest bi muzîkê kir. Heta demekî jî ez li wir mam. Pişt re dema ku li Amedê akademî vebû min jî berê xwe da xebatên muzîkê yên li Amedê. Bi awayekî bi rêk û pêk di 2015an de êdî min tam dest bi xebatên xwe yên di akademiyê de kirin. Di serî de weke amûrê tenê min li tembûrê dixist, pişt re jî min dest bi sêtarê kir. Niha jî hem sêtar, sêtêl û hem jî lavtayê dizanim. Tabî ya lavtayê min nû dest pê kir. Ez ev amûrên weke sêtar û lavtayê jî ji mamosteyên me yên ku ji rojhilat hatibûn di dema akademiya Aram Tîgran de hîn bûm. Ev amûr weke gelek ciwan jî zanin yên antîk in.
Ev demek e Jin MA her diçe bi xebatên xwe yên balkêş xuya dike. Weke mînak ew konserên Amîdayê hêj li ber çavê me ye. Weke hunermendek ku di nav vê komê de cih digire, tu dikarî qala Jin MAyê bikî?
Em wek koma jinan a muzîkê hê di dema Aramê de, em hatin gel hevdû û me koma xwe ava kir. Helbet di destpêkê de pir kêmasiyên me hebûn. Di aliyê amûran de kêmasî hebûn lê pişt re her çû me hejmara amûran jî zêdetir kir û me xwe pêş xist. Berê bi hejmarakê me dest pê kir niha jî em 11 jin di komê de ne. Di Jin MAyê de stranên xwe em hildibijêrin. Me ji bo hilbijartina stranan û xebatên din ên bingehîn di nav xwe de berê komek ava kiribû lê niha hema bêje em tev jî êdî ji bo stran û aranje û lêkolîna wan bi hevdû dişêwirin. Ji bo rojên taybet ên wek 8ê Adarê û hwd. bi giştî em dirûnin bi hevdû re stranan diecibînin û aranjeya wan dikin. Yanî em koma jinan bi awayeke kollektîvî û terzeke kurdewarî kar û xebatên xwe yên hunerî dikin.
Dema hûn li ser dengbêjiya jinan, an jî li ser stranên gelêrî lêkolînan dikin zor û zehmetiyên derdikevin pêşiya we hene?
Niha jixwe em ji bo hunera kurdî heta ji destê me tê, em stranên gelêrî lê dixin û heta ji destê me tê jî em ji resentiya stranan dur nakevin, li gor melodî, naverok û herêma wan stranan tevdigerin. Ji aliyê din ve jî em bi pey stran û dengbêjên jin ên ku qet derneketine pêş an navê wan nehatine bihîstin, dikevin. Lê zehmetiya hin stranan jî heye. Bi rastî jî em wek Jin MAyê dema stranan hildibijêrin pir zehmetiyan dikşînin û peyv bi peyv li ser wan disekinin. Di strananên me yên gelêrî de gelek caran naverok erotîk in û ji ber vê yekê jî em gelek caran bi baldarî nêzîk dibin. Hin hevalên me li ser melodiyê disekinin hin ji wan jî li ser aranjeyê.
Baş e, bila ev jî pirsa dawîn be. Repertuara Jin MAyê li ser kîjan esasan tê amadekirin?
Yanî bi rastî jî dema mirov hunera xwe ava dike, bêyî rastiya civakê mirov dê nikaribe biafrîne. Muzîk û muzîkjenî jî bi heman rengî… Dema hûn rahêjin pênûsa xwe û dest bi nivîsîna stran an jî çêkirina melodiyekî bikin ne pêkan e ku hûn berê xwe ji êş, kêfxweşî, bêrîkirin, evîn, welat û berxwedanên civakê badin. Huner û civak bi hevdû ve ne. Bêyî civakê em ê nikaribin qala hunerê bikin. Ji bo vê yekê jî îro dema Jin MA hunera xwe diafirîne berê xwe dide dîroka jinan, berxwedana jinan û helbet rol û ristên wê yên ku ji aliyekê ve jin tune hatine hesibandin û rastî tundiyê hatine. Hema bêje her roj jin bi destên mêran tên qetilkirin, em her roj bi nûçeyên bi vî rengî dest bi rojê dikin mixabin.
Dema em bala xwe didin jinan bi taybetî di navbera sazî, rêxistin û gelek deverên din de jî yekîtiyek di navbera wan de tuneye. Ji bo dahatûyê em hewl didin ku em hin stranên di vê naverokê de çê bikin da ku hema bi qasî serê derziyê be jî em alîkariya yekîtiya di navbera wan de bikin. Ez dixwazim di stranekê de hemû jinên cîhanê bînim gel hevdû. Li gor min her peyveke stranekê divê xîtabê ruhê her jinekê bike. An jî carinan divê her stranek bibe pirtûkek û civak, jin û her kes xwe di wan hevokên pirtûkê de bibînin an jî her kesê ku gohdar bike tiştekî ji wê stranê fêr bibe.