newroz

Seydayê Tîrêj

Fotoğraf: Metin Yoksu

Ezdehak hate kuştin bi dest kawa û hevala 

Bîst û yekê avdarê ew kêf û şademanî

Li bajar û li gunda li hundir û li mala 

Wek îro hat guhartin tarîxa rojhilatê 

Dewra sitemkara çû ket dest cotkar û pala 

Bû serdar û xwedî şan qata cotkar û karker 

Ketî bin pê û linga taca şeh û qerala