Cardin, cardin

Hey, heyran bim, lawkêd pale
Cardin, cardin derbekê lêdin
Derbekê lêdin textê padişê
Ku bi rikinva kaf û kûn be

Bi yekkirina bi qewatêd me
Ji rêtina xûna di fêrisa-
Erê, padîşa ji text ket
Lê bi carekê va nehilat

Niha padşa, lava me dike
Ku di bîna paşîn da wî nekujin
Lê heyran bim, lawkêd pale
Cardin, cardin derbekê lêdin

 
Derbekê lêdin textê padişê
Ku bi rikinva kaf û kûn be…

 
1905, 17 Çiriya Paş, Tîflîs 

 
Helbest: Hakob Hakobyan
Werger: Heciyê Cindî
Latînîzekirin: Ferid Demirel