HEVPEYVÎN: REŞO RONAHÎ
![](https://www.kovaradilop.net/wp-content/uploads/2022/08/Mem-Artemet-7-1024x717.jpg)
Mem Artemêt ê fotografkêş li Zankoya Bîngolê beşa Ziman û Edebiyata Kurdî xwend. Teza xwe ya lîsansa bilind li ser mijara “Di helbestên Fêrîkê Ûsiv de îmaj” kir. Lê Mem ligel hewldanên edebî berê xwe da fotografkêşiyê û di sala 2019an de ligel hevalên xwe pêşangeheke têkel li dar xist. Yekem pêşangeha xwe ya ewil jî di Sibata borî de li Amedê li dar xist û bi gotina wî xwe bi herka heyatê re berda. Me jî him hevpeyvîneke kurt kir pê re, him jî me xwest hin fotografên wî pêşkêşî we bikin.
Meseleya te û fotografê kengî û çawa dest pê kir?
Ez spas dikim ku we qîmet da min û vê hevpeyvînê bi min re kir. Cara ewil ez karim bibêjim di sala 2010an de temasa min çêbû bi fotografê re bi makîneyeka dîjîtal-kompakt. Makîne ya hevalê min bû. Di sala 2011an de jî min makîneya kurapê xwe şixuland –mala wî ava dida min- demekê. Wisa dest pê kir. Di sala 2014an de min makîneya xwe ya ewil stend. Wî çaxê min êdî ji xwe re fotografan kişandin. Lê demekê min bi ya otomatîk kişand. Piştî demekê êdî min got wext hatiye ez bi manûelê bikêşim, piçekî hînî fotografê bibim. Wisa hêdî hêdî min dest pê kir, fotograf kişand. Ewilî tebîet bû temaya min. Paşê hêdî bi hêdî tiştên mînîmal jî derketin, tiştên tematîk jî derketin.
![](https://www.kovaradilop.net/wp-content/uploads/2022/08/Mem-Artemet-1-673x1024.jpg)
Baş e, te li ser fotografkêşiyê perwerdeyek dît an na?
Belê, min perwerde dît. Ji teref Kenan Nihat Elçi… Koma me ya fotografê hebû, min ji wan stend. Jê û wê de hewldana min bixwe bû.
Li ser medyaya sosyal ez texmîn dikim hinekî berbelav bûn fotografên te…
Erê, rast e. Omer Faruk Baran esas piçekî behsa min kir û ez dame pêş. Wê çaxê di nava civata kurdî de ez piçekî hatim nasîn. Mala wan ava be, heta niha jî milet qîmetê dide min.
![](https://www.kovaradilop.net/wp-content/uploads/2022/08/Mem-Artemet-4-717x1024.jpg)
Te piçikekî behs kir lê ez dixwazim tu hindikek berfireh bikî: te di fotografiyê de ji xwe re temayek diyar kiriye yan na? Dêhna te bêhtir li ser çi ye?
Di destpêkê de hema wisa çi hate pêşiya min, min kişand. Ji daran, beran, rêyan heta binikê cixareyan jî… Piştî demekê bêhtir jixwe tebîet bû.
Ew ên li ser medyaya sosyal bala insanan kişandin jî ew bûn ez dibêjim…
Yên tebîetê bûn, belê.
Bêhtir ên xwezaya Bîngolê…
Rast e. Bîngolê wê derfetê dida jixwe. Lê bi domana demê re ya rastî ez piçekî ji pastoralê aciz bûm. Hêdî bi hêdî min got ez êdî xwe biavêjim nav heyatê. Piçekî heyat, rîtm… Her tişt dibe, ez karim bibêjim kalekî li qehweyê heta bi pîreka tizbî di dest de… Portre, kuçe û gelek tiştên din. Niha bêhtir bala min li ser dokumanteriyê ye. Jixwe di fotografên min de zêde lîstin tuneye, min çi kişandibe dixwazim yekser wê belav bikim.
Îja mesele ji ber xwe ve hate ser pêşangeha te bi ya min. Te di meha sibatê de li Amedê pêşangehek vekir bi navê Herka Heyatê. Ji kerema xwe re tu karî piçekî behsa wê bikî. Yanê te ew nav çawa lê kir? Ew fotografên wê pêşangehê çawa derketin holê yan jî çîroka wê pêşangehê çi ye?
Çîroka wê pêşangehê… Demeka dirêj bû, fotografên min kom dibûn. Min bixwe jî parve nedikir. Carna min parve dikir, yên din min digot bila bimîne. Min digot belkî rojekê li derekî bikar bînim. Îsal Adem Bulut û Omer Faruk Baran ez piçekî teşwîq kirim. Gotin êdî wext e tu li pêşangehekê nîşan bidî. Adem Bulut bi mekanekî re xeber da, wan jî qebûl kirin. Omer Faruk Baran jî şêwirmendiyê kir; navê fotografan, hilbijartina wan filan… Me got em ê navê pêşangehê jî têxin Herka Heyatê. Çima? Ev gotina Herka Heyatê, gotineka min a rojane bû. Mesela insanan digot tu çi dikî, min digot herka heyatê ye. Weke ku ‘de îdare ye .’ Rojekê Omer Faruk Baran fotografeka min parve kir. Esil ewî ez xistime kemînekê. Got wê îsal pêşangeha wî çêbe, çîrokên xwe dinivîse, kovar e filan bêvan… Wisa behs kir, ê min got wele êdî gere ez van tiştan bikim. Îja di dawiya wan gotinan de gotibû bi gotina Mem Herka Heyatê… Min jî got haa ev baş e ji bo pêşangehê. Rêwîtiya min ji Bîngolê dest pê kiribû heya sînorê Efxanistanê û ji wir vegeriyabûm… Çi çîrok û şahidiyên wê rêwîtiyê hebûn me di wir de nîşan dan.
Yanê di esasê xwe de tu ji bo pêşangehekê bi rê neketî… Te got ez ê ji xwe re di rêya xwe de herim û fotografan bikêşim û paşê vegerim malê.
Erê. Ya rastî min got ez ê herim Îranê. Him ji bo fêrbûna farisî, him jî ji bo kişandina forografan. Ez çûm wê derê, ji wê derê çûm Ermenistanê, ji wir çûm Gurcistanê, hin gundên Azerbaycanê, heya bi çiyayên Tirkmenistanê, Xoresan û wan deran û heta bi sînorê Efxenistanê çûm.
Tena serê xwe?
E, tena serê xwe, bi otostopê çûm. Ji wê rêwîtiyê ev tişt kom bûn. Îsal Adem Bulut û ew hevalên me yên din gotin tu karî bikî. Wisa, me nîşan da bi awayeke performatîf. Navê wê bû Herka Heyatê. Konsept jî ev bû: di nava mezinahiya cihanê de biçûkiya insan… Wisa çêbû û baş jî çêbû.
Baş e, tecrubeyeke çawa bû ji bo te? Ji aliyê şexsiyeta te ve jî, ji aliyê fotografkêşiyê ve jî…
Ez bi farisî hîn bûm, ev yek. Him jî temasa bi insanên din, miletên din re –faris, azerî, gurcî, ermen û hwd.- ji bo meriv deriyekî nû vedike. Tu wan insanan hingî daxilî heyata xwe dikî. Ewqasî esas xwe jî nas dikî. Xwe, çanda xwe, bedena xwe, xeysiyeta xwe nas dikî. Ev bûn tecrubeyeke baş. Ji xeynî wê gava tu li heman cografyayê fotografan bikişînî, ew perspektîfa te teng dimîne. Dema tu dibî dersînor tu çandeka din, telaşeka din, dengekî din, diyaframeka din dibînî tu karî wan ji xwe re bikî melzeme jî. Tu qet makîneyê bikar neyênî jî, çavên te şahidiya wan dîmenan bikin ew dibe têrbûna çavên te, dewlemendiyekê. Helbet ne zêde bû, sê-çar welat bûn. Dîsa jî bû tecrubeyeke baş.
Di wê rêwîtiyê de tiştên ku te ji bîr nekirin çi bûn? Tiştekî ecêb hate serê te?
Ez karim behsa sê çîrokan bikim. Yek ya serbilindiyê ye. Ez li Mahabadê bûm. Kurdekî rojhilatî ez hildam, birime ser merqeda Qazî Mihemed. Bi destê min girt û ez birime wê derê. Ew bo min çîroka serbilindiyê ye. Ya din; ez li Ermenistanê, li parkekê razam. Yekê çakêt avêtibû ser min. Ew çîrokeka xweş bû. Min paşê ew çakêta anî vê derê. Li Gurcistanê jî ez ketim qlûbeya kûçikekî. Ji ber ku ber destê sibehê hewa sar bû(ber bi payîzê bû) û heqê otêlê bi min re tunebû. Wisa… Helbet gelek in, lê vê gavê ev têne bîra min.
![](https://www.kovaradilop.net/wp-content/uploads/2022/08/Mem-Artemet-6-1024x683.jpeg)
Weke em zanin tu ji beşa Ziman û Edebiyata Kurdî mezûn bûyî. Li ser edebiyatê jî xebatên te hene?
Di sala 2015 an 2016 bû, niha baş nayê bîra min, min hemû helbestên xwe kom kirin ji bo weşanê. Me qapax çêkir, nav lê kir, hemû helbest hatin bicîkirin, êdî mabû ji weşanxaneyê re. Min ew dernexist. Ev 6-7 sal çêbûn. Min dev jê berda. Ew hê jî li ba min e.
Çima?
Ez pê qayîl nebûm. Min got belkî ez kevirekî li ser kevirekî zêde nekim, belkî helbestên baş nebin. Tê de çend hebên baş hebûn lê yên din ne bi dilê min bûn. Ew wiha man, piştî wê min çîrokên fotografîk ên mînîmal nivîsîn, ew jî nîvco man. Lê anha ez amadekariya kovarekê dikim.
Aha, min ê wê jî bipirsiya: li ser fotografiyê xebatên te hene yan na?
Erê, du xebat hene. Nizanim bibêjim yan na; te dît belkî pêk neyînim(dikene). Dosyeyeka min a çîrokan heye. Belkî îsal derkeve. Ji xeynî wê jî ez amadekariya kovarekê dikim. Kovara fotografgeriyê…
Baş e, pirsa dawî: di warê fotografkêşiyê de kî tesîr li te kir, kêfa te ji kî re tê?
Halil Uysal… Ew bû şewqa fotografê bo min. Piştî wî jî kesên weke Enver Özkahraman, Adem Sönmez, Selmet Güler, Sabit Kalfagil, Sebastiao Salgado, Lewis Hine, Mark Cullen…
Baş e, ji derveyî van, tiştekî ku tu bixwazî lê zêde bikî..?
Na, gelek spas. Xweş çêbû. Qe nebe mirov kare piçekî merema xwe bibêje… Bo min jî baş çêbû.