Pelê Asîmanan

 Ku tu bêdeng dimînî
 Êş bêtir hez rengê janê dike
 Diqermiçe pelê asîmanê şîn
 Mijankên beybûnan şil dibin
 Dema tu bêdeng dimînî
  
 Destê rêyên bêhnçikyayî li ser sîngê ye
 Bergeh rûyê min soresor dide ber neperûşka
 Di nava tilîkên min de libeke tesbîhan e dojeh
 Dema tu bêdeng dimînî
 Lêvên baranê ziwa dibin
 Bêrikirineke bêhnniqrîsk e dilê min
  
  
 Muslum Aslan