HEJMARA 26. DERKET!

FOTO: Sertaç Kayar

Siyaseta pergalê û naleta ‘bindestan’!

Em di serdemeke wisa re derbas dibin ku maneya gotina ‘Siyaset, ji bo çareserkirina kêşeyan e’ nemaye. Di siyaseta serdestan de ku meriv kare weke ‘siyaseta serdestan’ pênase bike, di tu warê kêşeyek de armanc ne çareserî ye. Berevajî vê, her hêla jiyana civakî, her hêmayeke wê dikin kêşe serdest. Li zincîra kêşeyan her diçe xelekek zêde dibe, zincîra ku li jiyana geriyaye dirêj dibe û hey dibe.

Kêşeya kurd jî helbet di vê zincîrê de ciyê xwe yê neguherbar diparêze. Gotinên ‘vekirin’ê yên derheqê kêşeyê de ku her kes zane ji bo hilbijartinan tê gotin, vê rastiyê naguherîne. Ev hewldana derewîn ku êdî hatiye jiberkirin, ji yên berê bêhtir eklektîk e û ji wan bêhtir vala ye. ‘Vekirin tê rîwayetkirin lê tu delîl tune ne ku ka dê çi bê ‘vekirin’. Wehdên demagojîk jî nayên kirin ku ka dê bi kî re, çi bê axavtin.

Rastiya kurdan ew e ku bi qeyyûman tên birêvebirin, riya siyaseta demokratîk hatiye xitimandin, saziyên ku bi keda serdemekê hatin damezrandin tên tesfiyekirin, dev ji perwerdeya bi zimanê zikmakî berdin derfetên hînbûna zimanê zikmakî jî tên tunekirin; navên bi kurdî yên kuçe, kolan, parkan tên guherandin; hîsteriya sê rengan dîsa har bûye, zarokên kurdan hêlên bedew û dewlemend ên huner û edebiyatê nikarin bi zimanê xwe hîn bibin. Derheqê vê de tu tişt nayê gotin.

Ya ku kêşeya kurd dixe nav gergerînka neçariyê jî, ya ku insanan dixe nav lepê birçîbûn û xizaniyeke needilî jî siyaseta serdestan e ku her kêşeyan derdixe. Wêneyê bergê yê Sertaç Kayar e. Rencberên wehdetiyê di çinîna pemboyan de dixebitin. Em di nêrîna rencber de sêwirana vê siyasetê û bindestiya vê siyasete jî dibînin we ku : Naleta ‘bindestan’! Weke elameteke wisa ye ku di tu hesabên hilbijartinan de jî hilnayê ev.