Cardin Rabim

Fewzi BİLGE

Kengî çemên ji dilê min dizên dimiçiqînin, formên min deforme dikin, hemû rengên min ji min didizin, bîrên bîranînên min dixetimînin, dikevim rêwîtiya mirinê. Gavek bi pêş, du gav bi paş ve diavêm dimirim. Dimirim, pir dimirim.

Çol, çiya, newal, berrî, zozan û behr hemû gorên min in. Bi temenekî nû cardin dimeşim. Ez nizanim bê wargeha dawî xwe li ku daniye lê zanim ez ê cardin bimirim, cardin rabim û cardin bimeşim. Hîv bi bedewiya xwe nikare min ji rê dagerîne, stêrk yek bi yek xwe bikujin, ro xwe reş bixeniqîne, şevçirak roniya xwe nedin rêya min, ba berê xwe ji min biguhere, tevnepîr dilê min bikin wargeh, yezdan xezebê li min bibarîne, werz bimirin, zebanî xwîna min bi eniya xwe bidin, ez ê bimeşim û ez zanim ez ê cardin bimirim, cardin rabim û cardin bimeşim.