Viyan Arîn

Carinan li kolanên bêkes û kevn bilez dimeşiyam. Li her quncekê bîranînek maye. Min nedixwest ez bibim govanê bîranînên wan lê neçar dimam; bêhna wan, rihê wan ê ku ji xwe aciz û xeydok dipelçiqî ser min.
Û bi zanîn destê xwe dihavêtên pêşa min, ji lêvê min û ji zimanê min dikişandin naveroka xwe. Na na ez naxwazim! Na, min nikaribû bigota; ji ber ku tiştek hebû di nav wan bîranînan da, rêça yekî! Weke jehrek badak min dipêçanim efsûna xwe!. Ne min dikarî birevim nedikarî xwe radestî wan bikim. Her gavek jehrek. Birînek ava dibû li ser laşê min. Li dora xwe dinêrî lê zindiyek tunebû, weku ez xewneke hişyar bûm.
Di ber quncekê re meşiyam; ji dîwar û kevirên wê quncê kefşil dirijiya. Şaş mam. Min tiliyên xwe dirêjî kefşilê kir; bi tiliyên min ve zeliqî, tirsiyam, derbas nedibû. Min carek din, carek din ceriband destê xwe bi pêşa xwe da, lê berevajî belav bû! Ev kefşil ji laşê min pijiqî erdê weku avis be. Kefşil bi rengekî kesk bû. Tirsa min zêde dibû. Ez ji ku derê hatibûm vê kolanê, vê quncê! Weku kefşîlek jehr bû laşê min û ji xwe vedireşiya. Dişibe giyayek jehrî. Min tam kir! Dema ku min tam kir kefşîl şiyar bû û bi zimanê wê geriya. Bi axiftineke heftreng jehra xwe qusand.
Tu çawa dest davêjî bîranînên miriyan! Ez bîrewariya rihê Arîn im di her quncekê da bi her rengî û bi her zimanî bîr heye. Dema ku erd û esman ava bûn em jî di mêjiyên kesan de zayî bûn. Ev kolanên ku tu tê da bi nezanî dimeşî dîrokeke kevn jiyaye û hîn jî dijî. Dema ku mêvanên vê kolanê qediyan wê demê em ê jî wenda bibin di nav van dîwar û keviran da. Lê tu hatî û te dest avêt bîranînekê, bîrekê . Niha dîrok ji nû ve zindî bû! Ez bûm giyayekî jehrî û yên ku dest avêt min, ez ê di rihê wan de bêdawî bijîm. Ji ber ku tu dîrok xwe bi xwe nakuje ji ber ku kesên ku em wenda kirin banga doza rihên yên din û têkoşîna xwezayê kirin.
Ez kefşileke jehrî me ji mirovên ku mêjiyên wan bi giya jehrî peyda bûm. Xalek tenê xaleka keseyatî tune di wan mêjiyan de. Ji mirovatiyê nisîbê xwe nestandine. Doza serweriyê dikin, serweriya dinê. Ji ber wê jî reng û dengan dikolin axê. Naxwazin rihên keskesorî û dengên muzîkalî bijîn, lê feqîran nizanibû kû jiyan bi pirdengî û rengîn didome. Jiyan bêguman bi reş, spî, ken, girî, mirî û saxîyê hebûn e. Bi nebaşiyê û bi qenciyê didome. Ji bo wê nebû xwedê her tişt cêwî afirandin. Ji bo wî nîne ku her kes li cotê xwe digere.
Û ez bîrnameya rihên van cotan im di bîrdoza wan da ava bûm. Dawî kesên ku nizanin keziyê giyayê babidin hatin bûn porên vî giyayî. Û em ji wan kesan aciz bûn ji wan revîn û me di van dîwar û keviran de xwe veşart. Rojekê kesek bê û dest bavêje mejiyê kefşîla me ya jehrî em ê wê gavê ji nû ve dest bê xêveyiyê bikin. Û fermo kefşila giyayê jehrî !.. Tu xewnek bûyî xewna Arî/n.
Di xewnê de te xwe dît. Bi zimanekî jehrî te xwe bi tevzî tazî kir. Û bi zingilên vî giyayî te bi xwe careke din bada. Tu bizanibe ku ez nenûdemim ji afirandina te ya ‘qalû bela’ di mêjiyê te de bixêv ava bûm. Arî(n) im û tu di vê kefşila giyayî jehrî de xwe bibîne. Ev kuçe her tim bi bîranînên te xemilî ne. Dema ku tu zarok bûyî, lîstikên ku tu xwe tê de ta bi ta diavêt bablîsok ava dibû. Lê tu kor bûyî! Di van bablîsokan de me xwe nas kir. Lê te qet xwe nedît , te çavên xwe girtibûn, zimanê xwe kurt kiribû, te guh nedida banga bîra xwe. Ji ber vê sedemê em jî revîn, aciz bûn ji te û kesên wek te. Lê wijdana te şûjin di aramiya te rakirin. Ji bo vê sedemê tu hatî van kolanan û di van keviran de te kefşila giyayê jehrî yê mejî û wijdana xwe dît. Xeydokî em pîr bûn kal bûn lê me zanibû rojekê bêguman rojekê tu an yên wek te yê bibin mêvanên xwe, ne mêvaniya biyanê ya hindurê xwe! Ji vê pê de tu bîrdar î. Niha tu û xewna xwe bi tena serê xwe di nav çîrokekê de ne. Fermo!
Himmm! Tu xewna min î nexwe! Ji bo çi niha, bo çi ev derengmayîn? Sal bi sal di nav civakê de bi rihekî wenda meşiyam, bazdam, firiyam lê min xwe nedît, nedît! Niha tu dibêjî ez xewna te me û ev çîroka hişyarbûna te ye lê me bi rashatinî hevdu dît; tu nabêjî ev destpêka dîrokekê ye. Ji nû ve xêv dest pê dike. Nexwe pêwîst bû ewil wendabûn dawî xwedîtin. Rast e, bîrdar im aniha vê kefşilê ez hişyar kirim ji xew(n)eke giran! Ji bo ku tu nemirî ey kefşila giyayê jehrî, ji bo ku tu xwe careke din di nav van kolan û keviran de veneşêrî nexeyidî ji min û wek yên min! Teqez jiyan pirdengî û pirrengî û teqez hemû kes cuûda hemû kes jî wekhev! Lê giyayê jehrî pirsek min heye, ev wendebûna we ji kengî ve ye? Ji kengî ve we bi xeydokî xwe veşartiye? Yan kengî ve me xwe wenda kir? Kefşila giyayê jehrî:
We xwe nedîtibû ku wenda bikin! Lê em ji qal û belayê de di afirandina we ya wekhev de pêk hatin. Ji ber ku Xwedê tu kesî ji yekî din zêdetir naafirîne; lê we bi zimanê hev, bi reng û erdnîgariya hev bitenaf (halat) kişand dawî di rih û canên kesan de ne îman ma ne jî tehmûl! Hemû kesan wek şeytanekî li benda boraqê xwe kemîn vedidan; da ku kesekî cuda bê ku wan bixin dafa xwe. Û hûn kesine tiral û hûn kesine nebîrbir ketin dafa pîsî! Ji ber ku hûn qet di rêyên zehmet de nameşîn, dijwar hat tekoşîna doza kesayetî ya ardnîgariya qederê! Wiha ji bo we hîn rehet bû! Qala wendabûna çi dikin em ji we revîn, revîn! Bobelat in! We nexweşîyeke bi xetereya mirinê vegirt! Û dermanê we jî ez im; kefşila min ya ji giyayê jehrî!
Dema ku ez zarok bûm şevên havînî li her mehellekê, li her gundekî dawetek hebû. Keçik û lawikan bi destên hev digirtin û govenda giranî bi dilcoşî digerandin. Bi her gavekê sitranên xwe yên çandî yên zargotinî distran. Şevekê ji wan şevan birûskek ket nav civatê erd û esman lerizî. Her kesek bi aliyekî ve revîya. Tenê, bi tena serê xwe jinek ma. Doza xwe berneda. Wê wê şevê sitranên xwe û helbestên çar alîyên gerdûnê xwendin. Bi xwîna pêçiyên xwe li dîwaran û keviran nivîsî ev dinya ya me hemûyan e û rojekê qiyamet rabe wê demê ez ê bêdeng bimînim ji xeynî wî ez nahêlim tu yek vê dinyayê perçe parî bike ji ber ku ev erd û ezman têra me hemûyan dike. Ji bo ku ziman din nav rih de bêdawî dijî ya ewil rihe dawî ziman; pêwîst e em bibin gerdûnî pêwîst e em hemû bi destên hev bigirin, bijîn di bin vî esmanê şîn de, esmanê ku ciyawaziyê nake; bi şev xwe vedişêre, bi roj ji bo me hemûyan baskên xwe vedike. Bi şev herkes di bin sermala xwe de di şevbihêrkên germ de bijî û bi roj jî her kes di kar û tekoşîna jîna xwe de! Lê yekî hat û devê min girê da ji rihê min fetisandim ez. Ji bo wan têr nekir!!! Ez daliqandim ji bîrewariya min a laşê min. Dawî jiyaneke nû dest pê kir bêdengî û bêrih. Tu nizanî! Ez nereviyam min kuştin. Min fetisandin, hemû peyv di qiriqa min de daliqandî man, bêdengî rihê min xeydok ma ji herkesî û ji her tiştî mirin ne çare bû. Ez wek resmekî lal û ker bêhal jiyam. Nejiyam lê jiyam! Sal bi sal lal û ker… Dawî rojeke şevên havînî qêrîna min di qiriqa min de xwe bi xwe dikuje ez jê reviyam û min xwe li vê kolanê li ber vê quncê dît ku bi lezgînî dimeşim! Û tu! Tu! Dibêjî ez bîrewariya Arîn im û niha li hemberê min doza xwe dikî! Lê te nizanibû niha hemû tiştan hîn bûyî, ka bibêje ez revîm an mirim? Nebîîî nebî!