TEXTÊ NEMRÛD

Pınar Acar

“Deyr Yaqûp” yan jî bi navê ku gelê wir jê re dibêje “Textê Nemrûd”. Textê Nemrûd li hêla bakurê Kurdistan, li bajarê Rihayê, li navçeya Eyyûbiyê ye. Deh km bi dûrî navenda bajêr e û li hêla başûrê, li ser girekî dikeve. Çar km bi dûrî meqama Nebî Eyyûb e. Nayê zanîn ku kengê hatiye çêkirin. Lê belê tê zanîn ku ew di sedsala yekemîn a berî zayinê de, li wî girî nîşana goristanên ku ji bo Keya Edessa lawê Abgar Manû bi navê Şeredû û malbata wî hatiye çêkirin.

Li taya (qat) jêr li hêla bakur, başûr û rojhilatê wê, gorên qewsokî (kemerdar) hene. Berî filehiyê (xiristiyanî) taya (qat) jêr wekî perestgeh hatiye bikaranîn. Li hêla bakurê rojavayê dêrê jî gorekî din heye û hêla rojhilatê gorê du rêz nivîs hene. Bi lêkolînê hatiye dîtin ku rêzek bi girekî (yewnanî ya kevn), rêzek jî bi suryaniya Pamyra ve hatiye nivîsîn. Herdu rêz nivîs jî li gorî dîrokzanan weha ye: JINA ŞARDÛ BAR MANÛ, AMAŞEMES E. Ji vê nivîsê tê fêhmkirin ku ji bo wê kesayetiyê hatiye çêkirin. Û ev bîrdarî(abîde), yan yê dawiya sedsala duyemîn e yan jî yê serê sedsala sêyemîn e. Li gorî van nîşanan tê fikirîn ku dêr jî di van salan de hatiye çêkirin.

Ew girê ku dêr li ser hatiye çêkirin qasî çil donim e. Li ser wê çar sarinc û ji dehan zêdetir şikeft hene. Ew şikeft ji bo miriyan wek gorê bîrdariyê hatine çêkirin. Sarinc jî ji bo komkirina avê, ji bo çêkirina şerabê, him jî ji bo veşartina zexîreyan hatine çêkirin. Sarinca li hêla rojhilat, ya herî mezin e. Ev sarinc wek kulîn hatiye bikaranîn û tê de zexîre veşartine. Ev şikeft, sarinc û dêr bi me dide ditîn ku civakek li wê derê bajarek ava kiriye û jiyana xwe demekî dirêj li vir berdewam kiriye.

Ev dêr, navê Deyr Yaqûp ji Metranê(pîskopos) Pirsûsê(Sirûc) Ezîz Yaqûp yê ku bilind bûye epîskoposiya Pirsûsê, standiye. Ji bo wê di dema Ezîz Yaqûp de bi dêr hatiye bikaranîn. Ezîz Yaqûp li dû zayinê di sedsala pêncemîn de bi kehanetên xwe deng vedaye. Ji bo wê ev der bi navê Deyra Yaqûp hatiye bikaranîn. Suryaniyan ji wê heremê re gotine “DEYRO D’HAFŞOTHO(DÊRA GIYAN)”.

Bi gotineke din ev der “TEXTÊ NEMRÛD E.” Li gor dîrokê, Nemrûdê ku Brahîm avêtiye agir; ji bo ku ji germahiya bajêr xwe biparêze ev avahî daye çêkirin. Avahî li ser girekî bilind hatiye çêkirin. Ser gir fireh e û ji latên(qelaç) pahn pêk tê. Li rojhilatê qelaçan lat ji bo odeyan hatine necirandin. Nemrûd vir him ji bo parastina ji germahiyê, him jî ji bo temaşekirina şer bi kar aniye. Nan û xwarina Nemrûd jî di deşta Heranê li gundê Qazanê dihat çêkirin û bi destan dibirin seyrangeha Nemrûd. Navê gund bi piraniya qazanên xwe yên di pêjgehan (mitbax) de bûye gundê Qazanê û demekî dirêj hatiye bikaranîn.

Ev cih wekî ku me li jor bi gotegota û bi nîşanên dîrokî dît ku xwedî dirokekî pir mezin e. Ji bo wê hine jî ji aliyê ola îslamî qala hebûna komek cin dikin, bi gotinê ev kom komekî mezin e û li gor niyeta mirovan bi wan re dikeve têkiliyê. Dibêjin ku li jêr wê derê melayek dijî; ev mela ji wan hinekan digire û girêdide. Le belê ew qasî zêde ne ku wisa yek bi yek bi girtinê naqedin. Ji bo wê, yê bi vê yekê bawer dikin ji wê derê re dibêjin aşê cinan.

Her çiqas ji bo filehî û bi armancekî ku nayê zanîn hatibe çêkirin jî hetanî îro taybetmendiyeke wê li ser gelê wir heye. Hetanî demeke nezîk jî ev kevneşopî berdewam kiriye; hin kesan ji bo lihevanîna malbatên şerkirî, li wê derê xwarin danîne û malbatên ji hev xeyidî li hev tanîn, mîna ku ev der kiribûn wek cihekî lihevanînê.
Hin kesan jî; ji bo zewaceke bi dilşadî be, berî dawetê hevserên xwe tanîn wê derê û xweziyên xwe dixwestin. Lê belê ev demên dawî herdu kevneşopî jî nayê berdewamkirin û hêdî hêdî tên jibîrkirin.

Gelê ku li vir dîjî ev dêr û şikeftên dîrokî naxwazin werin hilweşandin û naxwazin di destberedayiyan de bimîne. Gel û dîroknas dixwazin bi kedekî rast li ser wê derê lêgerînan bikin; ev der him ji bo zanistiya dîrokê, him jî ji bo nirx û kevneşopiyên gel û olên din wê bibe dewlemendiyeke çandî.