ŞENAY KUMUZ

Çendekî berê ez û Yahhya ji bo li ser albuma wî ya ewil bipeyivin, hatin cem hev. Album bi etîketa Ba Productionê li ser hemû platformên dîjîtal hatiye belavkirin. Xuya ye ku dê ev album deriyê hunereke domdar li ber hunermend veke.
Hunermend di albuma bi navê Dereng de 8 berhem sitiriyaye. Di heman demê de gelekê gotinên van stranan wî bi xwe nivîsiye. Derheqê vê albuma wî ya ewil de, derheqê prosesa çêkeriya albumê de me li gel hunermend sohbeteke xweş kir.
Emrekî li dû edaletê
Hunermend di warê nivîsandina gotinên stranan de gelek bi angaşt xuya ye. Loma pirsên me yên ewil jî di vî warî de bûn. Me ewilî pirsî bê ka çima navê wî bi du “H”yan hatiye nivîsîn. Hunermend dibêje ji ber du sedeman wisa hatiye nivîsandin. Sedemên wî yek ji yekê xweştir bûn. Dibêje “Di nasnameyê de navê min weke Yahya derbas dibe. Bi eslê xwe bi îbrankî ye, lê ez kurdekî mêrdînî me. Navê Yahhya jî li ba ereban bêhtir tê bikaranîn û li bajarê me gelek cîranên me yên ereb û ji miletên din hene. Xizmekî me yî oldar navê min daniye û gava navê min tê telefûzkirin bi du “H”yan tê telefûzkirin. Ya rast em karin bibêjin awayê di nasnameyê de hatiye nivîsîn şaş e.” Sedema din jî wiha rave dike “Me xwest edaletek hebe di her tiştî de. Tîpên di navên min de hemû cot bûn, lê tîpa Hyê bi tenê dima. Gava ku dê albüm derketa, bi wê wesîleyê me xwest em bi awayê nû edaletê bînin cî û me piştgiriya tîpa Hyê kir ku di navberê de mabû û yekê jî me lê zêde kir û him me edaletê anî cî, him jî me heqê telafûzê jî teslîm kir.” û pê re dikene.
“Ez ê nebêjim ez dereng mam ji bo vê albumê, bila kes li qisûrê nenêre! Sirf ji ber wê bi nêzîkahiyeke îronîk me navê albumê Dereng danî.” Bi vî awayî qala navê albumê dike û bi van gotinan dike ku bibêje divê meriv ji derengmayînên dîtir re zemînek amade neke. Hunermendên ku heta îro guhdar kiriye tesîreke çawa li heyata wî kirine? Vê jî bi derengnemanê ve girêdide.
Enstrumana sereke ya albumê gîtar e
Hunermendê ku perwerdeyeke akademîk nedîtiye, carcarna perwerdeya taybet a enstrumanan dîtiye. Yahhya perwerdeya xwe ya ewil li ser sazê dîtiye. Lê li gel lêdana sazê ya bêhempa ya Hozan Serhed ku bi hezkirin lê guhdar kiriye, piştî çend salan fêm kiriye saza ku bi salan wî bi xwe jî lêdaye wî îfade nake.
Rojekê di erebeya xalê wî de bi dengekî bilind strana Ciwan Haco ya bi navê “Kirîvo Kirîvo” lê ketiye. Bi vê re li gel gîtarê têkilî daniye. Lê gelek paşê fêm kiriye vê têkiliyê û li xwe mikur hatiye. Hezkirina xwe ya bo gîtarê wisa tîne ziman “Weke duh tê bîra min ku ka cara ewil ewê rojê dengê gîtarê min çawa bisêhr kiribû.”
Ya rast tişta ku têkiliya wî ya li gel gîtarê xurt kiriye, di heman demê de kiriye ku têkiliyekê di navbera wî û hunermendên kurd ên tesîr lê kirine jî çêbe. Dibêje illeh wê di her albuma min de berhemên van hunermandan hebin: Mihemed Şêxo, Şeroyê Biro, Seîd Gabarî, Seîd Yûsif, Mihemed Arif Cizrawî, Eyşe Şan û Ciwan Haco, ku dibêje ez ê emrekî minetdarê wî bim. Û hê gelekên din… Dibêje ez di albuma xwe ya ewil de, ya bi navê Dereng, li ser soza xwe mam û min cî da strana Were Were ku weke ya Mihemed Şêxo tê zanîn lê paşê me fêm kir ku ew stran di eslê xwe de aîdî Hîlal Xelef Botanî ye, loma me bi navê rast berdewam kir. Di albumê de di heman demê de berhema bi navê Mahîtab heye ku gotinên wê ji helbesta Cegerxwîn hatine wergirtin.

Yahhya bale dikêşe ser girîngiya muzîka bi zimanê xwe. Bi salan ji ber teşqeleyên jiyanê muzîkê taloq kiriye. Piştî ew qas wextan di dema pandemiyê de vê yekê pêk aniye “Weke hûn zanin gava şewba Covid-19ê li seranserê dinyayê belav bû, bi biryareke ji nişkê ve, bêyî amadekariyekê em ketin malên xwe û gelek insanan ya rast xwe ji nû ve kifş kir û çi ji destên wan hat kirin. Ji bo min jî ew fersend çêbû ku ez hunermendên kurd ên biqîmet û ên ku min bi kêfxweşî guhdariya wan kiribû, ji nû ve guhdar bikim. Min ji hêlekî ve gelek guhdar kir, ji hêlekî ve jî min ji nû ve dest bi lêdan û strandinê kir û min xwe gihand Harûn Elkî yê yek ji ewilîn hunermendên rocka kurdî ku min bi kêfxweşî ewî dişopand. Ji mêj ve ye min kar û barên wî bi kêfxweşî dişopand. Îtiraf dikim (dikene) min tim digot heke ez rojekê albumek derxim divê illeh Harûn Elkî aranjeyên wê bike, min tim wisa xeyal dikir (dikene). Min jê re got gotin û muzîkên aîdî min hene û heke tu jî qebûl bikî ez dixwazim tu aranjeyên wan bikî û bi wan ez dixwazim albumekê derxim. Û me di cî de dest bi xebatê kir. Me bi albuma Dereng anî ba hev.”
“Min bi zimanê dayika xwe stranan nivîsî û got”
Dibêje zehmetiyên muzîka kurdî hene, ku kurdî weke zimanê fermî nayê qebûlkirin û wiha pê de diçe “Em hemû piştî dest bi dibistanê dikin bi tirkî hîn dibin û gelek caran em bi tecrubeya xwe dibînin bê ka çawa li ser heyata me hatiye ferzkirin. Lê pirsgirêkeke din heye ku bi min ew jî ev qasî girîng e zimanê ku em di mezinahiya xwe de diaaxivin cewhereke herêmî dihundirîne. Bi kurtasî ez dixwazim vê bibêjim ku ez li mala xwe bi kîjan zimanî dipeyivim, min bi wî zimanî jî stranan nivîsî û got. Yên ji herêma min yekser fêm dikin, yên ji herêmên din jî gava dibihîzin dibêjin ‘li cem me wiha tê gotin’. Dibêje ew cudahiyên herêmî, yanê devok di hunera min de nabe asteng, berovajî dibe ciyê serbilindiya terzeke soft.
Stranên hunermend ku ji sala 1999an vir ve lê dide û dibêje, cara ewil derdikeve pêşberî guhdaran. Dibêje bi qasî li pey hev albuman belav bike berhemên wî hene û amadekariyên albuma duyem dike. Balê dikêşe ser kekê xwe Eşref ku derdora wî pê zane û heta di vê albumê de jî di temamkirina gotinên hin berheman de gelek alîkarî kiriye. Ji strana ewil a albumê re, ya Gulî Sorê, klîp kêşaye hunermend. Dixwaze ji du stranan re jî bikêşe lê dibêje wê bi demê re diyar bibe.

“Divê dik ji her kesî re vekirî bin”
Me derheqê xebatên wî yên ji vir û pê ve jî pirsan ji hunermend kir. Balê kişand ser kêşeyeke girîng ku nemaze hunermendên kurd pê re rû bi rû ne. Dibêje hejmara mekanên ku meriv derkeve ser dike kêm in û nemaze li roava gelek mekan deriye xwe li kurdan venakin û neçar dimînin ku li hemberî vê têbikoşin. Dibêje kêşeyên aborî ku her zêde dibin ya rast tesîr li hunerê jî dikin, mekanên ku ji xwe hejmara wan kêm bûn hewl didin li ser piyan bimînin û vê yekê tesîr li her tiştî dike, loma him tesîr li muzîkhezan, him li hunermendan dike. Yahhya dibêje her tiştê bûyî dîjîtal, bûye weke hebê, me hay jê heye berhemek ku tu îro hilberînî, dibe ku sibe hatibe mezaxtin jî û pê de diçe “sînerjiya ku di konsertan de li gel guhdaran çêdibe, ji dinyaya dîjîtal ku zû tê mezaxtin gelekî zêdetir motîvasyonê çêdike û ji bo hunermendek dik jêneger in. Weke gotinên dawîn Yahhya qala hevsengiya hunermend û guhdaran dike.
“Guhdar ji rexne û rexnekirinê ne bêrî ne, bi qasî hunermend guhdar jî berpirsiyarî rexne û rexnekirinê ne. Guhdar çawa li dengekî nû, şîroveyeke nû digere, çawa li şîroveya xîtabî hestên xwe bike digere, hunermend jî li girseyeke guhdaran digere ku lê guhdar bikin, bi hêsanî dev jê bernedin, lê bipirsin digere. Ev herdu timî hevdu temam dikin.”