Hejmara 29. derket!

Jiyan diguhere, lê nîr haguhere!

Saleke din jî derbas bû. Sal giha 2023yan. Rojên borî wê bi ‘2023’ li lênûska tarîxê bê nivîsîn. Tê gotin ku dem weke ava diherike. Rast e. Teknîka pêşketî, li gel hêmayên ku jiyana insanan hêsantir dikin, wek ku bi eyarên lezê yên têgiha demê re jî dileyize. Di jiyana me yî rojane de çi qas tişt hene ku bi lez û bez diguherin… Lê li gel vê leza pêşketin û guherînê, di destpêka her sala nû de hêviya me ew e ku “sala nû neşibe ya borî”. Li hêlekê derfetên bêhejmar ên jiyanê hêsantir dikin, li hêla din jiyana insanan ku di nav van derfetan de her girantir dibe. Li hêlekê berfirehbûna jiyana insanan, li hêla din jî barê giran ê vê berfirehiyê li ser pişta insanan… Çi ye ya ku vê nakokiyê derdixe holê? Heke mesele jiyana civakî be, tiştekî her naguhere. Çi be, ew e. Yanê? Tewereya sereke ya di mekanîzmayên hilberîn û lihevdabeşiyê neguhere û cihêtiya di navbera serwet û xizaniyê de girantir bibe, serdestiya “efendiyan” bi her awayî berdewam be, dê nakokiya navbeyna derfet û jiyanên zortir jî her berdewam be. Baş e, tişta ku vê nakokiya seyr diafirîne çi ye? Mekanîzmaya ku vê nakokiyê hildiberîne ji ber xwe ve naxebite helbet. Parazvan û rêvebirên wê hene ku weke dewlet û îqtîdarên siyasî birêxistin bûne. Amrazên hegemonyaya îdeolojîk-kulturî jî tê de, li gel avadaniya xwe ya binesazî/seravayî çerxeke qerase… Ya ku naguhere, ev çerx e. Jiyana guherbar a insanan jî, di bin nîrê vê çerxê de tê zeftkirin. Weke me di rûpelên dosyeya xwe de jî cî dayiyê, pirsgirêkek sed sal e li hêviya çareseriyê ye lê di 2023yan de jî ev mesele li bendî operasyonên siyasî/ leşkerî ne, ev jî berhema çerxa neguherbar e. Loma di qetilkirina sê insanên xwe de -ku li dergûşa şaristaniyê, li Parîsê bi êrîşa li dijî Navenda Çandî ya Kurdan a Ahmet Kaya hatin qetilkirin- em dikevin pey şopa vê çerxê. Burhan Kum ê ressam çîroka “Kamber Ateş Nasılsın?” ku li ser rewşa kurdan û kurdî ya dit ariya 12ê Îlonê de hatiye nivîsîn, piştî gelek salan xêz kiriye û wisa wisa dibêje: “Kamber Ateş çawa ye? Ma wê çawa be? Hê tiştek neguheriye, hê jî dîl e, hê jî zimanê wî qedexe ye!” Bi hêviya ku ew çerx biguhere…

Bila, sala nû bi dilê me be…