Werger: SEDAT KARAKAŞ

Wêjekar, di 30. salvegera Qetlîama Sêwasê da daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya ku ji aliyê helbestvan Ahmet Tellî va hatiye nivîsîn da, li ser mirûrîzeman a doza qetlîamê bal hat kişandin û hat pît kirin ku bîrdariya mirovahiyê mirûrîzemanê red dike.
Keçên du helbestvanan Metin Altıok û Behçet Aysan ên ku di komkujiyê da jiyana xwe ji dest dan Zeynep Altıok û Eren Aysan daxuyanî ragihandin. Nivîsara pêşkêşiyê ya ku ji aliyê herduwan va hat amadekirin weha ye:
“Weke keçên du helbestvan Metîn Altıok û Behçet Aysan ên ku di 2ê Tîrmeha 1993yan da, di tarîtiya Serdema Navîn da jiyana xwe ji dest dan, di sala sîhemîn a qetlîamê da em dîsa xwe dispêrin helbestvanan. Ji ber ku helbest her dem bê mirin e û çend sedsal derbas be jî ew qelsiya kesên dij-dadmendiyê vedibêje. Ya ku wijdanê civakê diafirîne, qêrîna helbestvanan e. Wekî gelek cînayetên siyasî, doza Qetlîama Sêwasê jî bû qurbana nedadiyê. Beriya rûniştina mirûrîzeman a doza qetlîama Sêwasê, îmzayên helbestvanan di peyvên helbestvanê birûmet ê welatê me Ahmet Telli da wateya xwe dîtibû. Di 30. salvegera qetlîamê de me dîsa ji Ahmet Telli daxwaz kir ku daxuyaniyekê binivîse. Em dizanin ku helbest ji bîrdariya hiqûqê bihêztir e. Ji ber wê jî em dîsa xwe dispêrin helbestvanên ku destê xwe dirêjî me dikin. Îlana me ya îsalîn, peyvên Ahmet Telli yên li ser qetlîama Sêwasê ye.“
Nivîsara helbestvan Ahmet Telli jî weha ye:
“Helbestvan bang dikin:
Li ser 2yê Tîrmeha 93yan sî sal derbas bû. Agirê qetlîama Madimakê hîn jî ji hiş û mêjiyan, ber bi stran û helbestan va diherike. Zagon hewl didin ku bi riya mirûrîzeman a dozgeriyê va bîrdariya me ji holê rakin.
Le divê neyê ji bîr kirin, huner, qetlîamên ku bûne trajedî, tu car ji bîr nake. Gotinên bi bask ên Homeros û aqilmendiya Pîr Sultan berdewamiya xwe diparêzin. Diyar e ku gotinên Metin Altıok, Behçet Aysan û Uğur Kaynar ên bi bask her tim wê bên bibîranîn. Hedê kesî nîne ku dawiya wan a trajîk jibîr bike û bide jibîr kirin!
Ruhê qanûnan tune, bîrdariya mirovatiyê mirûrîzemanê red dike.
EM JÎ RED DIKIN!… “