Dr. Eskerê Boyîk
Ji bo bîranîna 39 saliya koça dawî ya Seydayê Cegerxwîn
Di dîroka gelan da dem hene, ku navên hinek şexsiyetan -ew hunermend bin yan oldar, siyasetmedar bin yan mezinên civakan, serleşkerên bi nav û deng bin yan mêrxasên gelêrî- derdikevin pêş, dibin sîmvol û rêber, ala pêşketin û azadiya gelê xwe, dibin barbirê zehmetî, kul û derdê wê. Gel li pey wan kesan diçe. Bextê xwe dide destê wan. Destanîn û têkçûnê gel jî, bi kar û barên wan yên rast û çewt va girêdayî ye… Lê ji wan her kes nîn e, ku dikare wî barê pîroz û navê giran bi serfirazî heta dawiyê pêşva bibe.
Navê rêberiyê çiqas pîroz e, ewqas jî giran û zehmet e.
Cegerxwîn serokê hêzekê, civakekê yan axayê êlekê nî bû, ne jî hêz û quwetên der yan hundur ji bo kara xwe ew mezin kirin. Gelê wî navê Seydatiyê dayê, jê bawer kir, dorê civiya. Hêz, partî, komele û civak jî xwe bi wî girtin, ku gel bi serê wî ji wan bawer bike, lipey wan here.
Dîrok rastiya xwe dike li nav bûyeran. Zû-dereng mij û dûmanên xiyalî ji dor navan tên hildan û rastî bi temamiya bejna xwe li ber çavan radiweste. Ziyaretê ne dîtî vedibin, ziyaretê xiyalî bêrûmet dihedimin li ber piyên ewladan… Û xweziya min wî rêberî, hunermendî, zanyarî be, ku ji pey ra navê wî bi qencî û paqij di bîra gel da dimîne.
Cegerxwîn ji wan şexsiyetan bû, ku demeke seva gelê xwe ya dîrokî, ya pir dijwar û bi bûyera va dagirtî da hate dinyayê, weke temaşevanekî li nav wan qewimandinan ra derbaz nebû, lê bû leşkerê azadiya gelê xwe, şoreşvan, têkoşer, dengbêj û şîretkarê wê.
Lawê şîrhelal rind ji halê gel û welatê xwe hisya, fem kir, rahîşte qelemê, bû baweriya gel, dengbêjê wê. Qelema wî, bawer bikin, ji alayên leşkerên dijmin, çek û sîlihên wan yên xwînrêj û neyartiya neyarên gelê Kurd yên der û hundur bi hêztir derket.
Wî xwe diyarî gelê xwe kir, bextê gelê xwe ji xwe ra kire bext, barê wê yê dewranan, yê giran da pişta xwe û çiqas jî li ser wê rêya dijwar zehmetî, êş, zordestî dîtin, tu car poşman nebû, ji bo xweşbextiya xwe ya şexsî, kîsî berjewendiyên gel gavek jî şûnda navît, gazinê xwe jî ji kesî nekir û 81 sal di bin wî barê giran da bi şîrhelalî meşiya.
Gelê Kurd Cegerxwînê xwe, lawê xwe, dengbêjê kul û derdên xwe, leşkerê şerkariya azadiya xwe hiz kir, kire dilê xwe, kire nav ruhê xwe.
Bê guman Cegerxwîn ne ku tenê helbestvanekî Kurd ê mezin e, lê şexsiyetekî dîrokî ye. Navê wî li rex navdarên gel yên here mezin tê danîn…