MÊRDÎN

Fewzî Bîlge

Fewzî Bîlge

Di hemû zemanê te bihurandiye de tu bedew î û yên tu yê bibihurîne de jî tu yê bedew bî. Ji ber ku te hemû hezkirin, bêrîkirin, xem û xeyalên xwe di nava avahiyên xwe yên nemir, ew ên rûkevir, çavbikil û bisebir de veşartine.

Pir zeman mirin, pir zeman vejiyan, pir reng neman, pir deng ketin û pir şer şikestin û tu hîn jî bedew î.

Tu tim bi raz î û yên ne jidil bin tu ji bo wan pir dûr î. Li peravekî dunyayê, li paş Çiyayên Qaf an bajarekî di nava çîrokeke hezar û yek şevê de nepen û wendayî.

Şevên tarî xwe li te danîne, tu tim bi qasî stêrkên di xewnên min de diçirusî. Roj be, berbang be, lûtke be û ji bîr neke li keleha hechecîkan em mîna marên hîn li benda hatina Şahmeran rawestiyane li benda roja ku em stranên xwe bê tirs bibêjin rawestiyane.

Me tu di kêlîyek tu zemanî de ji bîr nekirîye. Li bêdengiya me nenihêre û li me bibore, bawer bike wê vê carê bi hawayekî din be hevduhembêzkirina me. Tu weke her dem bêrîkirin, hezkirin û ramûsanên xwe ji me re veşêre.