Kulîlkén beîvan

ARJEN ARÎ

Roja bi qasî du sé qaman di pişt çiyan re serî li demé hildayî, bi germahiya ku dida derûdoré, bi tîhna ku li ser laşé mirovî dihişt, kelgermiyeke din dida xwîné, herîkina di rehan de bilezûbeztir dikir.

Lé riyén teng û bi çiv  ré nedida ku  siwar li hespan biheytînin.

Kimétén rehwan, hespén rengcûnik û şînarî, bi çavşînk û gulikén rengo rengo hatibûn xemilandin. Piştî taşteyeke mîranî  ji Xinisé ketibûn ser ré. Du saet hebûn di şiveriyén çiyayén bi dar û darberûyan keskegwîn, bi réveçûneke leşkerkî, yek qor, du qor, sé qorî ré dibirîn. Surreke nesimî ya ku di vé dema salé de havîneke sihartenik bixe bira mirov; bi héminî, nişmî nişmî diwirwirî li vé palé . Suwaré hespa kimét rişm ragirt, li bilbizéqén serî li axa sor hildayî nerî, li darbeîvén di nava taht û zinaran li evraz, dîq dîq meyzand. Her daré xwe mîna bûka ku niha, vé kélîké béguheztin, bi kulîlkén şîrexemrî xemilandibû. Vé ciwaniyé bi çavan re bi dilé siwaré hespé vedabû!

Hizra ku ew  jî li tevî hemû kémasî û zédehiyén xwe wekî her bûnewerî qetek ji sipehîtiya cemala ala ye, kir ku desté xwe yé rasté di ser riha xwe ya spî-hevrîşmî re bibe û bîne, û vé hevoké derîne:

-Siphan ji navé te re…kî dikare vé spehîtiyé ji nedîtîné ve bé, kî dişé dil nede vé husn û vé cemalé!

Siwar; ev sipehitiya ciwan wekî rengemizgîneké şîrove kir, û bi peyva ‘ya Allah, ya Xwedayé şev û rojé’ re, zeqitand hesta kimét.

Hespa di biné de siwar de mîna  miheké milayîm; bi zeqitîné re bi qasî ku siwaré xwe hilçenîne, da xwe.

Siwarén li dû, çep û rast bi rextan rapéçayî û heryek çapiliyek li milé wan; mîna ku beré wan ne li Pîrané; li welaté bihara derngmayî be, dabûn evrazé ku her ku diçû evraztir dibû û dikir ku firrînî bi firnikén hespan bikeve!

Yé li kélaka siwar, – hemtemen û hemhal û hemderdé wî bû- dît ku bişirîna li ser cawé rûyé şéx veguherî hizneke keserveder. Wî, bé dudilî  pirsî: Şéxé min…tu ditirsî ku beîv kulîlkan biweşînin?!

‘Te, bi ya di dilé min zanî’ şéx got, û bi qasî ku awirén wî bihingivén awirén siwaré li kéleké, lé nerî.  …Piştî bédengiyeke kurt  pirsa kiribû ku erda rûyé wî ya nûrîn kirasé hizné li xwe bike, pirsî: 

-Qencé Xwedé, kulîlkvebûna béwext a bevîvan ji me  re şîrove bike.’

-Ya ji Xweda ve eyan ji te ve jî eyan e şéxé min!

-Sibe ku ev beîv kulîlkén xwe neweşînin; em é bihareké bibînin.

-Ya, ku kulîlk biweşin?

-Em û qedera xwe, qencé Xwedé!

Destén wî yén di kelepçeyé de li ser hev, mîna ku di kelepçayan de hilneyén mezin bûn. Şaşika xwe ji seré xwe nekiribû. Di biné tava hezîrana Amedé a ku hétén reş diqijand û seré çivîkan diperitan de, li herdu aliyé wî leşkerén cumhuriyeté, li rexé çepé yé leşkeran Alî Saîb, Lutfu Mufît û Sureya Beg,  şéx bi qevzén li xwe ewle, bi dilekî bi xwe bawer beré xwe dabû qedera xwe . Mehkemaya Îstiklalé piştî darizîn û danişînén xapînok, duh cezayé şenqé dabû 47 kesén serkéşé qiyamé.  Îro 29é hezîrané bû. Şéx ji 47 kesan yek bû. Niha beré wî li qedera wî bû. Dema ku çav li sédarén li ber hev ristik, ket;  kulîlkén darbeîvan ketin bîré. Pé re bişirînek hilperikî rûyé wî. Li celadé xwe Alî Saîb fitilî, got, ‘Meyé bi hev re goşté berxan bixwara, Alî Saib…’

Alî Saib, bi dengekî tinazpékér got, ‘Qaneke din şéx’!

Şex got, ‘Qaneke din Alî Saib, qaneke din…qaneke ku seqem û serma nikaribe kulîlkén beîvan biweşîne’!