
Kovara çand, huner û polîtîkayê DILOP a ku serê du mehan carekê dertê, bi hejmara xwe ya rêbendan-reşemî derket.
Di kovarê de, du hevpeyvînên berfireh ên ku bi Yüksel GENÇ û Erdoğan AYDIN re hatîne kirin balê dikşînin… Di nav rûpelên dosyayê de, Yüksel GENÇ, ji civaknasîya kurdan heta bi sîyaseta kurdan, derbarê dînamîkên ku diguherin û divê li ber çavan bên girtin depirsan dibersivîne û daneyên balkêş pêşkêş dike. Di pêvajoya hilbajirtinên herêmî de, ev dane bêhtir girîng in.
Erdoğan AYDIN jî li ser Şêx SAÎT, nirxandinên rojane û dîrokî yên berfirah ku berî niha ne pir de nîqaş li ser çêbûn , dike.
Sevda KARACA, berxwedana karkerên tekstîlê yên ÖZAK ê li Rihayê , bi şahidî û raçavîyên xwe dinirxîne, akademîsyen Kemal İNAL jî veguherîna hin sosyalîstên ber bi Kemalîzmê ve vedibêje.
Di hejmara sala 2024an a yekem de, nivîsên Yıldız ÇAKAR û Vedat İLBEY ên bi mebesta “sala nû” pirsa ku berî sedsalan heta bi roja îroyîn tê “Jîyan dê çawa nû bibe?” dibersivînin.
Sezai SARIOĞLU, dîsa bi zimanê xwe yî balkêş û helbestî raçavîyên xwe derbarê Dêrsimê,
Fewzî BİLGE, weke k u di her hejmarê de dike dîsa bi wêneyeke ku xîzandîye û li serê nivîsandîye jî beşdar dibe.
Rêzanivîsa Muzaffer ORUÇOĞLU ya derbarê helbestvanên kurd ên klasîk di vê hejmarê de bi Melayê CIZÎRÎ didome.
Zelal Sahidenur SARI, berhevkarîya li ser çîrçîrokên herêma Serhedê vedibêje.
Di hevpeyvîna ku bi “Koma Zimanê Kurdî” yê ku ji hêla xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ve hatiye damezirandin de, derfetên parastin û geşkirina zimanê dayikê tête nirxandin.
Serokê komeleya Kilor(börek) Bülent DİLBAĞI, tevî nîqaşa “Gelo kilora kurd an kilora küt” dibe.
Hevpeyvîneke dî, bi xwedîyê xelata helbestê ya Arjen Arî Rêzan DILJEN re pêk hatîye.
Di kovara ku di devika (kalpax) xwe de cî daye fotografa Haydar TOPRAKÇI de; Cemil OĞUZ, Şahin ÇİÇEK, Mehmet ÖZYAZANLAR, Elif ESER, Özkan ZÜLFİKAR, Rîzalîyê REŞÎD, Mehmet Ufuk GÜLTEKİN, Özgün E. BULUT, Şêxmûs ÖZPOLAT, di vê hejmarê de bi nivîs û helbestên xwe cî digirin.
twitter: @kovaradilop / instagram: kovaradilop / facebook: @kovaradilop
web: kovaradilop.net /
e-mail: dilopdergisi@gmail.com