CEMIL OGUZ
“Di vê xebatê de armanca me ew bû ku em ji bo her cure xebat û lêkolînên ku di pêşerojê de li ser dengbêjiyê kirin, bingeheke têr û tijî amede bikin. Her kesê ku bixwaze lêkolîn li ser dengbêjan û kilamên dengbêjiyê bikin bila li ber destê wan xebateke antolojîk ku ji hemî kilaman û danasîna hemî dengbêjan pêk tê hebe. Em bi vê mebestê ketin rê.”
Du lêkolîner Omer Guneş û Îbrahîm Şahîn bi vê gotinê ketine ser rêya xebata amadekirina antolojiya dengbêjan. Ev 20 sal bûn ku wan ked dabûn xebata li ser vê antolojiye û kar û keda dengbêjan. Û piştî vê xebata dû dirêj wan dest bi amadekirin û derxistina cildên li ser dengbêjan, derxistina antolojiyê kir. Ji bo wan dengbêj û dengbêjî xwedî qîmetek mezin e, loma jî bê rawestan gund bi gund geriyane, bi nas û dostên dengbêjan re xeber dane, çûne cihê wan û çi kaset hebûne dane hev. Di destê wan de 400 kaset kom bûne. Xebateke hêja û bi qîmet… Li ser vê qîmetê di hevpeyvînê de wisa gotine, “Di dîroka gelek welatan de muzîk û teksta nêzîkê dengbêjiyê hebûne lê belê nejiyane û roja îroyîn dengbêj û dengbêjî tenê li Kurdistanê hene. Dengbêjî muzîka kurdî ya herî xweser e. Ew qas xweser û bi bandor e ku gelek hunermendên ermen jî ji dengbêjiyê pir hez kirine û bi dengbêjî strane. Hozanên ermen wekî Zekeriya Batîsta, Gulê, Perê di demên xwe de dengbêjên navdar bûne.(1)
5 STÛNÊN KLAMAN
Tê zanîn gelek cureyên klaman hene. Her ku bûyer çêbûne, her ku evîn û evîndarî çêbûye dengbêjan tiştin rêstine û wekî dîroknivîsan bi deng û awaza xwe ew kirine malê dîrokê. Guneş û Şahîn jî bi çend aliyan ve li meseleyê nêriye û li ser van 5 bingehan antolojiyên xwe amade kirine: “Kilamên Serhildanê”, “Kilamên Evîniyê”, “Klamên li ser şer û pevçûnên navxweyî-eşîrî”, “Kilamên li ser xwezayê, ramanê, jiyanê” û “Destan”.
‘RESO PÎVANA HOSTETIYÊ YE’
Heta niha li ser dengbêjan tiştin hatibûn nivîsîn û weşandin lê ev xebat wisa xuya ye ji hemûyan wêdetir, bilindtir û serketîtir e. Her du lêkolîneran bi vê xebata xwe dîroka dengbêjiyê ji nû ve nivîsandine. Arşîveke qedirbilind ku hêja ye di refê pirtûkên hemû klamhezan de hebe. Di encama lêkolîna salan de wekî cilda yekemîn pirtûka “Dengbêj Reso” amade kirin û ji Weşanxaneya Nûbiharê weşandin (2018).
Denbêj Reso di sala 1902’yan de li gundê Kerîmbeyliya Îdirê hatiye dinê. Reso sala 1983’yan dimire û cenazeye wî li gundê Pagê ya Mûşê tê definkirin. Her du amadekaran li ser Reso wisa gotine: “Di gerên me yên li welat de, me ferq kir ku Reso bi dengbêjên herêman tevekan re danûstandinek çandî pêk aniye. Di destpêka dengbêjiya xwe de li dû kilaman geriyaye û ji dengbêjên hoste kilam hîn bûye. Di dema kamiliya dengbêjiya xwe de jî ji her dengbêjê hemtemen û paşîvan re rêz girtiye û ew hînê kilaman kiriye. Em dikarin bêjin ji Serhedê bigire heta Mêrdînê, Diyarbekirê, Batmanê, malbatên ku me serdaniya wan dikirin. her kesî dengbêjê xwe bi Reso re muqayese dikir. Ango ji bo wan Reso pîvana hostetiyê bû. Dîwana ku Reso tê de kilam gotiye, tevlêbûna wê dîwanê û pê re kilam gotin, ji bo dengbêjan û malbatên wan her tim bûye şanaziyek mezin.” (Heman çavkanî)
‘ANALÎZA KLAMÊN ŞAKIRO NEHATIYE KIRIN’
Wan heman salê cilda duyemîn a Antoljiya Dengbêjan wekî “Dengbêj Şakiro” belav kirin. Baweriya wan ew e ku “Dengbêj Şakiro bi têra xwe tê naskirin lê analîza dengbêjî û kilamên wî hê nehatiye kirin”. Di cilda hatiye amadekirin jî bi berfirehî qala Şakiro hatiye kirin. Ew li Kela Elajgirê (Toprakkale) hatiye dinê û di sala 1996’an de li Îzmîrê miriye; cenazeye wî li Goristana Altindaga Bornovaya Îzmîrê hatiye definkirin.
DENGBÊJ HUSEYNO Û MEHMÛDÊ HESÊ
Piştî weşandina her du cildên Antolojiya Dengbêjan li dinyayê Covid-19 derket holê, gelek xebat rawestiyan, xebatah wan jî hinek sist bû û navberek biçûk kete navê. Lê di sala 2022’yan de wan bi cilda sêyem a antolojiyê silav da xwendevanên kurdî û wekî pirtûka sêyem “Dengbêj Huseyno” xist nava pirtûkxaneyên kurdî.
Dengbêj Huseyno di sala 1936’an de li gundê Mahbûba yê girêdayî navçeya Motka hatiye dinê. Û di 8’ê avrêla 2001’ê de miriye; cenazeyê wî li gundê wî hatiye definkirin.
Û herî dawî jî cilda çaran a antolojiye wekî “Denbêj Mehmûdê Hesê” hate weşandin (2023, Nûbihar). Dengbêj Mehmûdê Hesê di sala 1938’an de li gundê Selmê yê Dêrika Mêrdinê hatiye dine. Di sala 2016’an de ji ber qeyrana dil miriye.
‘ME 50 HEZAR KLAM DANE HEV’
Her du amadekerên Antolojiya Dengbêjan Omer Guneş û Îbrahîm Şahîn li Almanyayê dijîn. Di her du pirtûkên pêşî de her du amadaker li Fûara Pirtûkan a Stenbolê bûn mêvanên me, lê piştî pirtûka çaran vê carê Guneş ji ber dozên lê hatine vekirin nekarî bê, Îbrahîm Şahîn li fûarê bû (2023). Di hevpeyvîna ku min ligel wî kir de wisa got, “Heta niha texmînen 50 hezar klam me berhev kirine. Me xwest dengbêjên navdar bikin rêze û antolojiya wan amade bikin. Yên ku em esas digirin dengbêjên hoste ne. Ne dengxweş, yên ku li nav civatê bi meqamê xwe, bi edebiyata xwe, bi vegotina xwe li ser civakê bandorek mezin hiştiye û navdar in.”
Erê antolojî didome, xebata wan jî. Dengbêj Reso, Dengbêj Şakiro, Dengbêj Huseyno, Dengbêj Mehmûdê Hesê hatin amadekirin û pêşkêşî raya giştî ya kurdî kirin. Helbet ev antolojiya wan deng jî da û gelek belav bû jî. Heta niha cilda Şakiro gihîştiye çapa 5’an, cilda Reso gihîştiye çapa 3’yan û yên din jî berê ve belav dibin. Erê ev 4 cild derketin lê di rêzê de kî heye, yan jî hene? Şahîn wisa bersiva pirsa me da, “Niha em li ser dengbêjên herêma Amedê dixebitin, dengbêj Ebdilhadî ku ew jî dengbêjek nasdar e, dengbêjekî hoste ye, di heman demê de dengbêjek şair e. Salihê Bênatî heye, dengbêj Zahiro heye. Bi vî awayî didome.”
Her ku antolojiyeke nû bê, dê hinek din, parçeyek din a dîroka dengbêjiya kurdî ronî bibe û dê dengbêjên kurdan, klamên wan careke din bêne bibîrxistin, parastin û qîmetdayîn.
GUNEŞ Û ŞAHÎN KÎ NE?Ji lêkolîneran Omer Guneş ji gundê Gomaçawûş ê Gimgima Mûşê ye. Dibistana seretayî li gundê xwe xwendiye. Wî Stenbolê di Zanîngeha Marmarayê Beşa Hiqûqê temam kiriye û bûye parêzer. Ji 2004’an vir ve li Stenbolê parêzeriyê dike. Di sala 2019’an de ji ber dozên lê hatine vekirin çûye Almanyayê û ji wê rojê ve li bajarê Heidelbergê dimîne.
Lêkolîner Îbrahîm Şahîn di sala 1977’an de li Gundêmîra yê Gimgima Mûşê hatiye dinê. Dibistana seretayî li gundê xwe, lîse li Konyayê xwendiye. Wî Zanîngeha Erzirûmê xwendiye. Ji sala 2001’ê ve ye li Almanyayê li bajarê Munîhê dimîne û li wir karsaziyê dike.
1- Hevpeyvîna Dilşêr Bêwar ligel Guneş û Şahîn: