Mirov Çima Ji Zimanê Xwe Ditirse?

Îbrahîm Gênç

Bêguman serpêhatiya zimanê Kurdî hêjayî lêkolînê ye. Çîroka wê jî ewqas hêjayî xwendinê ye. Lewra çar zaravayên vî zimanî, li çar welatan rastî her zext û zordariyê hatine. Lê gelê Kurd tu car dev ji zimanê xwe yê zikmakî bernedaye. Helbet gelek sedemên vê yekê hene ku bi kesayetiya neteweyî ve girêdayî ne. Ango neteweyên otokton, bi erd û zimanê xwe re dibin yek. Divê bê gotin ku têkiliya miletê Kurd a bi ax û zimên re gelek xurt e. Şifreya hebûna Kurdan piçekî di vir de veşartî ye. Ewqas ku ronakbîrê Kurd Ehmedê Xanî sê sed sal berê xwediyê vê hişmendiyê ye. Ji Xanî bigirin heta Hacî Qadirê Koyî, ji Koyî bigirin heta Celadet Alî Bedirxan ev hişmendî heta roja îro jî didome.

Lêbelê li qada Tirkiyeyê rewşa zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî) ne li gorî dilê me ye. Ziman ne qedexe ye, lê xwe-bişaftin roj bi roj pêş dikeve. Dema ku mirov bi salên 90î re dide berhev, paradoksek xuya dibe. Balkêş e ku di salên 90î de mamoste û pirtûkên Kurdî pir kêm bûn. Lê jiyana rojane bi temamî bi Kurdî bû. Em vegerin îro, derfetên hînbûna zimên zêde bûne, lê jiyana rojane sedî sed ne Kurdî ye. Helbet gelek sedemên vê encamê hene. Yek, qedexe nîn e, lê statuya zimên jî nîn e. Du, xebatên heyî yên ji bo zimên negihîştin leza teknolojiyê. Sisê, bazar û prestîja zimên hê jî qels e. Bêguman ji xeynî van sedemên bingeh mirov dikare gelek tiştên din jî rêz bike. Lê ez dixwazim herî zêde li ser bişaftina siruştî bisekinim. Lewra di nava van deh salên dawî de em dibînin ku hin kesên Kurdî dizanin, tu dibêjî qey newêrin bi zimanê xwe biaxivin.

Hin Polêsên Zimên

Çend sal berê li ser medyaya civakî parvekirinek li ber çavên min ket. Keçikeke xama digot; “Di parvekirineke min de şaşiyeke piçûk hebû. Yekî jî li bin ‘Piçekî gramer hîn bibe’ nivîsiye û henekên xwe bi min kiriye. Piştra dibêjin ‘Vay hûn çima Kurdî nanivîsin.’ Temam, ez jî heta gramer hîn dibim nanivîsim.” Di vê mînakê de tê dîtin ku zêde mudaxele mirov ji zimên dûr dixe. Ango mirovek hewl dide bi zimanê xwe biaxive û binivîse, lê hin kes çavên mirov jê ditirsînin. Hûn jî li derdora xwe dibînin, di navbera sohbet an niqaşekê de karê hin kesan tenê serastkirin e. Hal ew e ku mijar bixwe ne ziman e, ne gramer e, lê dê bibêje ‘vê peyvê bi kar neyne, ev peyv ne Kurdî ye.” Piştre çi dibe? Tirsa ji zimanê zikmakî dest pê dike. Ew kesê ku jiyana xwe tenê bi Kurdî borandiye, ji nişka ve difikire ku Kurdiya wî/ê ne rast e.

Çav tirsandina ji zimên li hin bajarên wek Riha, Semsûr, Agirî, Dîlokê hîn zêde ye. Lewra li van deran zimên piçekî xwe li gorî tesîra Tirkî saz kiriye. Ya rastî, axaftina li van herêman xwediyê mekanizmayeke Kurdî ye. Lewra bi taybetmendiya tewangê ya Kurdî bi awayekî xurt tê bi kar anîn û pir peyv li gorî vê esasê di nava hevokê de bi cih dibin. Weke mînak, “Kapı”ya bi Tirkî dibe “qêpî”. Lê dîsa jî hin Kurdîaxêv ji ber ku çima negotiye “derî”  rastî rexneyan tên. Dema ku ez çend hefteyan li Agiriyê mam, min tirsa ji zimên baş dît. Bêguman li sûkê û di nava malbatê de zimanê rojane Kurdî bû. Lê dema ku mijar dihat ser axaftina “zimanê standart” êdî şerm dikirin ku bi Kurdî biaxivin. Ji ber vê, divê hin kesên Kurdî baş dizanin ku di nava van de rewşenbîr jî hene, xwe weke “polêsên zimên” nebînin.

Ziman Tenê Ne Gramer e

Bi gotina Heidegger “ziman mala hebûnê ye”; ango cihê baştirîn e ku mirov lê rehet bike. Lê hin zimanzan an axêver bê zanebûnî di navbera ziman û mirov de dîwaran lê dikin, hiyerarşiyê ava dikin. Belkî derfetên her kesî nîn e ku bi saya qursan zimanê xwe bixwîne û binivîse. Ji ber vê tu kes nikare tu kesî sucdar bike û bide fedîkirin. Lê axaftin û zimanê rojane yê siruştî tiştekî din e. Divê li her deverê, ziman bi devokên xwe li qada jiyanê cih bigire. Helbet carinan wê peyva “axaftin” bibe “şorkirin”, li hin deran peyva “peyivîn” wê bibe “qisekirin”. Heta ziman nebe xwediyê statuyê, wê tu carî nakokî û niqaşên zimanî bi dawî nebin. Jixwe ev normal e. Tiştê ne normal, mudaxalekirina zimanê rojane ye. Fîlologê Fransî Ernest Renan di pirtuka xwe ya bi navê “Dillerin Kökeni Üzerine” de vê yekê rexne dike û wiha dibêje; “Gel hunermendên heqîqî yên zimanan in; lewra gel hêzên navxweyî û yên xwebera yên mirovahiyê bi awayê herî baş didomînin. Gelek caran zimanê zarok û gelan ji wî zimanê ku gramerzan pîroz dibînin, watedartir e.”

Bandora zimanên serdest, li ser yên bindest nayê înkarkirin. Pêşketina endustrî û aborî jî vê rewşê xirabtir dike. Heta ku li gorî hin zimanzanan bilezbûna mirina zimanan ev e. Malbatên duzimanî carinan ‘weke tercîh” zimanê xwe yê zikmakî hînî zarokên xwe nakin. Lewra li gorî hesabê wan, zarokên wan wê bi zimanê serwer xwediyê şansekî bin. Jixwe malbat ku ji bo zarokên wan li dibistanan zehmetiyê nebînin, bi tenê hînkirina zimanê serwer tercîh dikin. Malbatên wiha ne kêm in. Bêguman pêşîlêgirtina van xetereyan  pêkan e. Eger tax û mal bibin jîngehên zimên, bi awayekî otomatîk zimanê zikmakî dibe zimanêkî jêneger. Ji bo ve jî, divê li ser tu devokan di axaftina rojane de zexta gramerê tunebe. Lewra ziman tenê ji peyvan pêk nayê. Ziman, bi axaftinê weke mekanîzmayekê dixebite. Heta ku mekanîzma baş dixebite, peyvên biyanî di çerxa zimên de diguherin.

Ziman Nayê Îhmalkirin

Ji bo zindîbûn û pêşketina zimanekî tiştên bên kirin diyar in. Divê zimanê zikmakî xwediyê statuyeke fermî be û hebûna wê di qanûna bingehîn de were misogerkirin. Heta ev du tişt pêk neyên, rê li ber oto-bişaftinê nayê girtin. Lê divê em jî kumê xwe deynîn pêş xwe û bifikirin. Ango divê em pêşiyê şûjinê di xwe re kin, paşê derziyê di kesên din re kin. Bi taybetî, mirov dikare der barê zana û rewşenbîrên zimên de pir tiştan bibêje. Lewra karê rewşenbîran bi nivîsandina pirtûkan xelas nabe. Beriya her tiştî, divê prestîja zimanê rojane cardin were avakirin, heta perwerdehiya bi Kurdî tunebe, divê gel bi gramereke tund ji zimên neyê tirsandin.

Ji xeynî vê, serdestiya zimanê serwer li hemberî zimanê zikmakî ne tenê bi TV, telefon û  înternetê ve girêdayî ye. Tirsa ji zimên, bi xwe re terka zimên jî tîne. Têkiliya ziman û zarok herî zêde bi hevtesîriya daybav û zarok çêdibe. Li gorî hin pisporan bandora TVyê ewqas jî ne zêde ye. Heta ku xebateke lêkolînera Amerîkî Patrîcîa Kuhlê jî li ser vê yekê encameke balkêş derdixe holê. Kuhl di hefteyê de sê caran 25 deqîqeyan bi dergûşên Amerîkayî yên neh mehî ra jineke Çînî dide lîstin. Di demeke kin de, dergûşên Amerîkayî mîna dergûşên Çînî tevdigerin û li hemberî zimanê Çînî refleksan nîşan didin. Kuhl deng û dîmena koma ewil a dergûşan bi koma duyem a dergûşan dide temaşekirin. Lê wekî koma ewil a dergûşan di koma duyemîn de heman encam dernakeve holê. Ev lêkolîn nîşan dide ku dergûşek tenê bi TV û têlefonê ziman hîn nabe. Lewra fêrbûna ziman a dergûşekê girêdayî wê yekê ye ku bi kesekî din re têkeve têkiliyeke xurt û pê ra rabe û rûnê.

Kurt û Kurmancî li Tirkiyeyê kêşeya zimanê zikmakî êdî nayê îhmalkirin. Helbet oto-bişaftin heye, lê bişaftin tena serê xwe ne ev e. Di 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî de meşa ji bo ziman helwest û daxwazeke zelal nîşan da. Dîsa 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî jî wê bi hişmendî û kelecaneke mezin were pîrozkirin. Lewra banga Ehmedê Xanî ya bi sedan salan, ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve hatiye sehkirin. Bayê çapa ewil a kovara Hawarê ku di 15ê Gulana 1932an de hat weşandin, îro jî hînikatiya xwe dide hîskirin. Banga Xanî jî, bayê Celadet jî ji me re tenê tiştekî dibeje; Kurdî bifikire, Kurdî biaxive, Kurdî binivîse.