CEMİL OGUZ
Salên 90’î ji bo kurdan salên dijwar bûn. Gund hatin valakirin; bi hezaran kurdan cih û warê xwe hişt û berê xwe da xerîb û xerîbistanê. Mirov hatin kuştin. Mirov hatin binçavkirin; Gelek jê ji binçavan derneketin. Hin ji wan cenazeyên wan jî nehatin dîtin. Hin ji wan piştî salan cenaze hatin dîtin. Li Licê wisa bû, li Farqînê, li Batmanê û li gelek cihên din. Yek ji van jî li Kerboranê bû.
Ji salan sala 1995 e. Li Kerborana Mêrdînê zarok û ciwan têne binçavkirin. Zarokên 12 salî, 13, 16 salî… Û ew têne windakirin. Serîlêdana malbatan, çûyîn hatin, lêgerîn tu encam dernakeve. Parêzer dikevin dewreyê, Komeleya Mafên Mirovan dikeve dû şopa wan, lê na, encam nîn e. Bi ser re sal derbas dibin, hestiyên kesên hatine binçavkirin di bîreke kûr de têne dîtin. Tam bi temamî piştî 21 salan; dozger biryarê dide ku bîr bê kolan û piştî kolandinê hestiyên kesên hatine windakirin tê dîtin û piştî 21 salan ew têne definkirin.
PIŞTÎ 20 SALAN DOZ VEBÛ
Ev yek ji wan mînakan e lê gelek kes ji aliyê hêzên dewletê ve di bîrên wisa de hatin windakirin. Li gelek cihan doz hatin vekirin lê gelek doz di cih de hatin girtin. Ligel hemû zehmetiyan jî malbatên ji Kerboranê doz bernedan. Ketin dû meseleyê û piştî 20 salan, di sala 2015’an de doz hate vekirin, li dadgehê yekem danişîn çêbû. Bi vê yekê re hestiyên kesên windayî hatin dîtin.
Dadgehê derbarê kesên ew gundî binçav kirine û winda kirine de doz vekir. Lê encam? Encam tune ye. Doz ji Kerboranê birin cihek dûr; birin Semsûrê. Li Edliyeya Semsûrê bi salan dozê dom kir. Parêzer û malbat bi zor û zehmetiyan, di germ û sermayê de ji Kerboranê, cihê dûr ketin rê, berê xwe dan Semsûrê. Dest ji dozê bernedan lê piştî 7 salan bêyî kiryar bêne cezakirin doz bi dawî bû. Niha li ser vê yekê belgefîlmekî hat kişandin.
Belgefîlmê bi “Dargeçit” ji aliyê derhêner Berke Baş ve hatiye kişandin. “Dargeçit” ku navê tirkî yê Kerboranê ye bi vî navî doz hatiye nasîn û ev nav li belgefîlm jî hatiye kirin. “Hafiza Merkezi” ku navenda wê li Stenbolê piştgiriya belgefîlmî kiriye.
BELGEFÎLMÎ ELEQE DÎT
Belgefîlmê navborî di çarçoveya 43’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbole de rojên 27 û 28’ê avrêla 2024’an du caran hat nîşandayîn û eleqe dît. Piştî nîşandayînê derhêner Berke Baş, sazkarên belgefîlm, malbatên windayiyan, ji parêzerên wan parêzer Veysel Vesek jî amade bû. Berke Baş kêfxweşiya xwe ji bo eleqeya bo belgefîlmî anî ziman. Parêzer Veysel Vesek ku di gelek danişînên “Doza Kerboranê” de amade bû, dibêje, “Çawa li hemberî cihûyan komkujî çêbû, ev komkujiya li dijî mirovahiyê ye, doz heta heta bi dawî nabe, ji aliyê min ve jî ev meseleya Kerboranê tiştek wisa ye. Ev komkujiyên wisa li hemberî kurdan wekî komkujiyê li nav demê hatine belavkirin in. Li Tirkiyeyê jî zagonên ‘sûcên li hemberî mirovahiyê’ hene, lê naynin cih. Li gor konjokturê miheqeq dê hesab bê pirsîn, lê di wijdanê mirovahiyê de jixwe ew mehkûmkirî ne.”
Belgefîlm di Beşa Pêşbaziya Belgefîlman a festîvalê de bû û Xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt. Derhêner Berke Baş wisa got di dema xelatgirtinê de: “Me di van rojên festîvalê de jî dît, çiqas daraz pêk neyê û dozê bêencam bi dawî bikin jî ev doz bi dawî nabe. Reaksiyonên gelek xweş hatin. Bi temaşekirina fîlm tenê be jî careke din bawerî hat me ku em dikarin di hin tiştan de bi ser bikevin. Mesele tenê li dadgehan bi dawî nabe, ji bo ev doz nekevin ber bayê demê, gere em hemû bikevin nava vê têkoşînê ku ev ketin temaşekirina fîlm tenê be jî.”
KUNYE:
Dargeçit / KerboranDerhêner: Berke Baş
Vesazkirin: Catherine Gouze, Eytan İpeker, Berke Baş
Beşdar: Erdal Kuzu, Abdulaziz Altinkaynak, Hayat Altinkaynak, Hazni Dogan, Veysel Vesek, Mehmet Coşkun, Ahmet Akyon
Sazkar: Enis Kostepen
Kompaniya Sazkar: Hafıza Merkezi, Liman Film, inHouse projects
Sala Çêkirinê: 2024 / DCP / Rengîn/ 82’ deqe/
Ziman: Tirkî, Kurdî