DIL YEK E DÊ ‘IŞQI YEK BIT ‘AŞIQAN YEK YARI BES

MELAYÊ CIZIRÎ

ÇİZİM: MUZAFFER ORUÇOĞLU

Dil yek e dê ‘işqi yek bit ‘aşiqan yek yari bes

Qible dê yek bit qulûban dilberek dildari bes

Min di benda zulfekî dil da bi destê pîrê ‘işq

Lew di ‘işqê da ku best îhram û yek zunnari bes

Terh û terzê bûne zunnar û çelîpa yek bi yek

Lew mi zunnar û çelîpa yek tinê yek cari bes

Hin ji nik dêrê ve tên qesta keniştê hin dikin

Ney ji van im ney ji wan im min derê xemmari bes

Ger çi tên reqs û semayê her seher sed neyşeker

Min di bezma surşîrînan ew şîrînreftari bes

Weh çi walagewher in hatin lîbasê cism û can

Min ji wan horîsiriştan ew perîruxsari bes

Hewce sihrê Samirî nînin ku zulfa reş bikit

Çeşmê benda dilrubayan kagula ‘eyyari bes

Bulbulan sed gul di çav in çav li sed gul dî dikin

Min di baxê gul‘uzaran yek gul û gulnari bes

Min di baxê gulfiroşan dî ‘eceb resmek xerîb

Xariteb‘an gul di dest in gulperistan xari bes

Ew cefa çû der ji hed zulma te bir hetta bi Çîn

Rehmekê carek nekî hey zalim ev azari bes

Xerqê deryayê gunah în teşneê lutfa heq în

Rehmetê Amirzîgar û şefqeê Xeffari bes

Ehlê dunyayê seranser dijminên min bin Mela

Piştemêrê min ‘Elî bê Heyderê Kerrari bes