FEWZÎ BÎLGE

Me li hev neguhdarîkirinên xwe li hev du kirin bar.
Bar, barên mişt bi peyvên vala tije û hîçek mezin û bi qasî welatekî giran.
Pisûleyek, du pisûle, sê pisûle, pir pisûleyên şaş.
Rojhilat, Rojava, Bakur, Başûr li ku man, hertişt bela wela û cardin hîçek mezin li dewsa wan ma.
Çûn, çûn û çûn hemû zamanan hîçên me pirtir kirin û çûn.
Kî yê vegere, kî yê venegere, çima vegere, li çi vegere, çima venegere? Vegerên wan wê hîçên me pirtir an hindiktir bike?
Pisûleyek lazim e, cardin pisûleyek, kî yê bibe, kî dikare bibe, an ewê jî hîçên me zêdetir bike?
Ji hîçan bûne hîç em.
Pisûleyeke ku hîçan kêm bike ji hîçan re lazim e.
Hîç wext nemaye hîç!
