FERİT EDGÜ
Werger: CEMİL OGUZ

Ez ketim rê.
Lê beyî pir derbas bibe min dît ku tu rê nîn e. Rê winda bûbû.
Min dê çi bikira?
Jixwe min nedikarî ez vegerim, diviya min rêyek vekira û li wir têre bimeşiyama.
Min jî wisa kir.
Çi qas bi ser re derbas bû ez nizanim.
Hê jî ez li rê me.
Lê ev rê kîjan rê ye û dê min bibe ku derê, ez nizanim.