FEWZÎ BÎLGE
Li xwe mikur têm, qet ji dilê min nayê ez li ser kuştina te nivîsek gêrewêre û mişt bi hêmayên weke te narîn li dû hev qor girê bidim an wêneyekî te bi rêngên alaya xwe biwênim.
Min xwest bê gotinên bitûmtûrak, hema wiha rasta rasta bêjim, em ji mirina te bêtir li ber xwe ketin, em ketin lê divê em rê nedin wan ku bîra me jî mîna te kefen bikin.
Kengî ro li me hilê, a rast wê roja ku roj ji bo me hilê, em ê gorên hemû berxikên xwe bi helwesteke şatafat bi kulîlkên bedew bixemilînin.
Erê em ketin, pir caran ketin lê divê em rê nedin tu hêzan ku bîra me jî mîna te kefen bikin.
Li me bibore Narîn, li min jî bibore ji loma destên min neçûn rengên min ên herî bedew ku ez bi wan wêneyekî te yê bi qasî te bedew û narîn biwênim.