SIBEHÊN BIÇÛK

FEWZÎ BÎLGE

Bi perên perîyek ji vê axê, li ser enîya kihêleke kela wê rabûye dinivîsim,  ji bo efsaneya dawî jî pûç neçe.

Hêvîyan dadiwerivînim dilê xwe, li berîyek sîya tirsê avêtîye ser a li tenişta barûyek bilind, bêqisûr, mîna bejna te. Yek bi yek navê sitêrkên ketine didim hev li ber dengê şinge şinga şûrên qesas. Ji bo ez  navên wan ji sibehên  me yên biçûk re vebêjim girêkan diavêjim hemû zemanên sor herikîne. Radimûsim mîna pirtûkek pîroz çîrokên  ji ber devê şûran filitîne ku netefê tava westîyayî û tilîkên hinekirî yên şêr û şepalan ji bo bibişirin sibehên me yên biçûk hîn li ser tetîkê ne.