Yekê Gulanê

KEMAL BURKAY

Dilê min bi we ra ye
Di yêkê gulanan da
Li hemû welatan, hemû bajaran
Dilê min bi we ra ye
Dema karberdanê
Di meşên aşitîyê da
Xort, zarok û pîrejin
Dilê min bi we ra ye
Pêşmergên serê çîyan
Karker û cotkar û şivan
Bi we ra têr im, bi we ra birçî
Li govendê û li şer
Û gava klaman dibêjin
Dengê min tevlê ye
Ku rojên azad hatin û şer giha dawî
Ku çîyayên me bi agirên newrozê xemilîn
Ezê bi we ra bim dîsa
Di avakirina rêyan û malan da
Di danîna gulan da
Dema dasçinînê şevên havînan
Li dibistanan û karxanan
Di cejnan da, yekê gulanê
Vaye dibînim şahîya mîlyonan
Kurdistana azad û sosyalîst
Geş û gumreh û şên

1981
(Ji Dîwana ”Berf Fedî Dike”)