ALAİN BOSQUET

Jiyan, ev şaşîtiya kal:
Jiyan, ev kanî;
Jiyan, ev kûçikê har
Ya ku vê dinya û alemê tev li dû xwe kaş dike,
Tu wê nas dikî, hey! tu
Ya ku tu newêrî bêjî
Ger ku jiyana te carna
şeklê kenê be?
Xemilandiye weke tirsê
Yan bihartina imajekê ye,
Tu dizanî ku tu dimre
di dawiya her rûpelekî de
Û li derzîna hezkirina
Ku hîn bi dawî nebûye,
Tu bi tenê derdora
peykerekî ku her dem di xewn û xeyalan de ye?
Ji nav xemgîniyên me
Û helbestên me yên kevn
Dibe ku carna pêwîst bibe
Ku em li tenişta nefsa xwe rûnên
Û bi tilîkekê ez miz didim
Ev jiyana ku me biçûk dike
Jiyan ev lîstoka ku derbasbûyî
Jiyan ev bêhişî ye
(Wergera Ji Frensizî: Mîtra Hemmo)
