BERKEN BEREH

bo Îrfan Amîda
Li Ofîsa Amîdayê lê rasthatim
Li şairê çav ewravî
Li xweşbêjê ilm û Îrfanê
Digot; loo çib’kim qedera min e
İşq û şi’r û bêxewî
Nameyên nabersivin tên
Ji şopên neşûştî
Qulingên şizofren
Hew hêlîna lêdikin
Li kimt û taldeyên bajarê ji ces û ayînê
Li ser dîwaran ragehandina dîmenên derizî
Min qasek şipiya
Bi heyranî lê meze kir
Xwest ez bibûrim ji wê pira
Li ser huzn û hêvî û henûniyê
Maçî kim ji wî dilê
Av vexwarî ji QELENDERAN
Pişt re bi pistepist
Min got;
Fermo,kerem ke
Here pêş
Em biçine ZAREMYA
Pêşangeha şehîdan
li wir e raz û ragehan ;
-Looo çend can û ciwan e
Dilê wargeh e ji işqê re
