Te ji rondikan re findek pê xist germ bû dilê te
Te xwe li xembariya şevê pêça cemidî dilê te
Her çiqilê hişk te didît weke daristan dihat
Bêdeng kete çengê te û tu dûr xistî dilê te
Pêla ewrê dawî dikete hundir kêliya te kulek digirt
Di mala bê mezel de ji bo ewrê zindanî girî dilê te
Bayê tirsên di dilê te de kon vedayîn rewaşt û avêt
Bo sebra te xewn daxist û bo guhdarê demjimêrê dilê te
Têra rêyên mişextîbûnê nake finda dişewite
Hemû riyên tên ba te malişt û avêt dilê te
Otobûs westayên xeyalan hemû trên di xew de
Zilamê li çarmihê daxist danî ser milê xwe dilê te
Di nîveka şevreşkan de te strana mirinê ji axê re nivîsî
Strana bêdawî hêdî hêdî qedand dilê te
Werger: War Botan