Hunermend Olgun Eren: Di muzîkê de tiştekî tam û ‘qediyayî’ tune ye

HEVPEYVÎN: ROJDA FERDA YILMAZOĞLU

Çîroka Olgun Eren li gundê Farxika ya Semsûrê dest pê dike. Ew di serdemekê de mezin bû ku guhdarkirina kasetên Kurdî bi fermî qedexe bû. Lê belê ap û metên wî yên ku bi wan re di heman malê de jiyan dikir, kasetên Kurdî dikirîn û wan bi hev re guhdar dikir. Ev atmosfer dibe sedem ku Olgun hê di heft-heşt saliya xwe de bi muzîkê re têkiliyeke kûr ava bike. Dengê Ciwan Haco û Şivan Perwer di wê temenê de di hundirê wî de dibin tovên pêşî û bi vî rengî pêwendiya wî ya bi hunerê re geş dibe.

Dema dibe 12 salî, bavê wî tembûrekê jê re dikire. Ew bi serê xwe hînî lêdana tembûrê dibe. Hunermend derbarê kokên xwe de agahiyên girîng dide: “Li hêla me ji eşîra me re dibêjin Xisor. Em bi eslê xwe ji aliyê Dersimê ve hatine Semsûrê. Bavê min her tim digot gava me Cem çêkir û li civata divê tu ji me re lê bixî.” Lê qet derfeta wî çênebûye ku li Cemê de lê bixe. Olgun di wê demê gelekî li ser ziman xebitî û dû re gîtarek ji xwe re kirî. Bi gîtarê re hêdî hêdî derket ser dîkan û dest bi amadekirina bernameyan kir. Di sala 2006an de strana “Ez Çi Me?” çêkir û di 2007an de di albûma xwe de cih da. Ev stran di nav gel de pir hat hezkirin û belav bû, vê yekê hêzeke mezin da kariyera wî û wî bi dildarî berdewam kir.

Di sala 2007an de, Olgun Eren dest bi Konservatuara Zanîngeha Dîcleyê dike. “Gava ez hatim Amedê, min dizanî ez ê çi bikim. Min ji xwe re rêyek ava kiribû. Min digot ez ê bi zimanê xwe tarza xwe ava bikim. Li wir tarza min a muzîkê rûnişt û min xwe naskir bê ka ez ê kîjan tarzê muzîkê bikim.”

Di vê rêwîtiya dijwar de piştgiriya herî mezin ji jinên malbatê hat. Bavê wî dixwest ew berê xwe bide karekî din, lê dayika wî her tim li pişta wî bû û digot: “Tu li ser wê rêyê here, ez piştgiriye didim te, tu yê wî karî berdewam bikî.” Her wiha bapîra wî jî roleke mîna hosteyekê lîst. Olgun gava stranek xelas dikir, dida guhdarkirina bapîra xwe. Eren derbarê van diyalogan de dibêje: “Zimanê me zimanê çiyayî ye û cudabûneke wî ya mezin heye. Bapîra min gava guhdar dikir, digot te ev çawa çêkiriye? Min jî jê re digot min wusa çêkiriye ku her kesê guhdar bike fêm bike. Wê demê digot baş e, te pir xweş li hev aniye.” Hunermend beriya heft salan bapîra xwe winda kir û gava albûma xwe derxist, ew albûm li ser navê bapîra xwe diyarî hemû jinên kedkar kir. Ji bo wî, parêzvanên rastîn ên çandê jin in. Olgun niha li Semsûrê mamostetiya muzîkê dike û bi vî awayî mîsyona xwe berdewam dike.

-Te got her muzîkek çîrokek e û her stran mîna fîlmekî ye. Gelo ev felsefe di stranên te de çawa şîn dibe?

Her stran çîrokekê vedibêje. Strana “Ez Çi Me?” ji dîtina kalekî bêmakan ê bi tembûr ji dayik bûye. Min kalek dît, tembûr di destê wî de bû. Min lê nêrî û ez di bin bandora wî de mam. Dû re min ew stran çêkir: “Lo lo ez çi me, dengbêjekî birçî me.” Ew kal hinekî neçar bû, bêmakan û bêwar bû; çîroka stranê wiha derket. Ez li derdora xwe temaşe dikim, tiştên ku ez jê bandor bibim dinivîsim. Em di zarokatiya xwe de bi dengbêjan mezin bûn; kalên me dihatin mala û wan çîrok digotin. Ew di hişê min de mane û dema min stran çêkirin min alîkariya wan didît.

-Pêvajoya afirandina stranan ji bo te çawa dimeşe? Tu bi hunermendên din re jî dixebitî?

Gotin û muzîk piranî yên min in. Lê hevalekî min ê bi navê Îlyas Tektaş heye; min ji wî helbestek girt û muzîka wî çêkir. Strana “Derwêş” ji min re rêkir, min temam kir. Albûma min a yekem de hemû gotin û muzîk ya min e. Çêkirina stranê wext dixwaze; di demê de pir diguhere, hêdî hêdî çêdibe lê carinan jî ji nişka ve derdikeve.

-Navê albûma te ya dawî “Dîn û Kêm” e. Tu dikarî navî ji me re ravebikî?

Navê albûmê ji nişka ve derket. Di muzîkê de tiştekî tam û “qediyayî” tune ye. Tu çiqas baş çêbikî jî her tim tiştek kêm dimîne. Tu nikarî bibêjî ew muzîk temam e. Mirov her tim hîn dibe. Ez li albûmên xwe yên berê dinêrim, dibêjim xwezî min ev der kêm nehişta, xwezî ew enstrûman lê zêde bûya. Ez difikirîm ku mirov dîn nebe, albûmeke wusa çênabe. Him tiştekî dînîtiyê ye him jî her tim kêm e.

Mîsyona Hunermend: Ber bi Pêşerojê ve

​Îro muzîka Kurdî bi piranî li ser xeteke kevneşopî dimeşe û ji nûjenbûnê re bi qasî ku pêwîst e ne vekirî ye. Yek ji sedemên sereke yên vê rewşê ew e ku Kurdî di jiyana rojane û bi taybetî jî di qada perwerdehiyê de bi têra xwe cih nagire. Zimanek di perwerdehiyê û qada giştî de çiqasî çalak were bikaranîn, kesên ku bi wî zimanî dipeyivin jî ewqasî dibin hilberîner. Ev hilberîn jî bi rengekî xwezayî di muzîk, wêje û hunerê de xwe nîşan dide.

​Tiştê ku em îro di muzîkê de pir dibînin, dubarekirina stranên kevn e. Ango “cover” kirin e. Li şûna hilberandina berhemên nû, dubarekirina parçeyên kevneşopî hêsantir tê dîtin. Lê belê, ger Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê, ev yek rê li ber nifşên ciwanan vedike ku ziman bi kûrahî bi kar bînin; ev jî dibe sedema derketina holê ya gotinên nû, şêwazên vegotinê yên nû û tarzen muzîkê yên resen.

Olgun Eren bawer dike ku pêşketina çand û hunerê bi derketina tarzên cuda pêkan e: “Huner û çanda me çiqas pêş bikeve ewqas baş e. Tiştên ku dimînin tiştên cuda ne. Pêwîst e muzîka ku tê çêkirin baş be. Mîna Ciwan Haco ku di dema xwe de tiştekî cuda çêkir, divê tarzên cuda derkevin da ku muzîka me pêş bikeve. Ez bixwe Rapê guhdar nakim, lê bila hebin û pêş bikevin.”

Hunermendê Semsûrî di dawiya axaftina xwe de mîsyona xwe dubare dike: “Ez stranan ji bo xwe çêdikim lê mîsyona min ew e ku bi rêya xebatên muzîkê vê çandê berdewam bikim.” Ew silav û hezkirinên xwe yên germ ji bo hemû guhdarvanan rê dike.

Çîroka albûma Dîn û Kêm

Çîrok û meseleya “Dîn û Kêm”ê bi rastî hinek dirêj e, di sala 2019an de dest pê kir lê helbet hin stranên min ên berê jî nivîsandibûn hebûn. Me pêvajoya koronayê dît, hê em bi ser xwe ve nehatin, me erdhêj û rojên gelek xerab dît, mixabin û ez ji fikra albûmê, car caran muzîkê jî dûr ketibûm. Jîyanê êşa xwe avêtibû ser heyata min û dilê min hebû terka welat jî bikim lê bi ked û alîkarîya malbata min, dostên ezîz û bi taybet jî bi keda aranjorê min hêja Erdem Altinses ev albûm derket.

Careke din bi xebatên muzîkê zêde kêfxweş im. Ewil me singleya xwe “Vala” derxist, paşê me ji strana xwe ya “Xewn”ê re klîb kişand û paşê me go em nesekinin. 4 stranên albûmê yên bi navê “Sibê Nabe”, “Tuyî ne Tuyî”, “Hatina Te”, “Dewrêş” bi we re parvekir.

Gotinên stranên “Dewrêş” û “Hatina Te” min û dostê min ê hêja bi hev re nivîsî. Bi gotinên xwe feyz da hestên min, mala wî ava. Ji xeynî van hemî gotin û muzîkên stranên din yê min in û min hewl da ji dil û hîsên xwe bi afirînim.