Ji bo M.Emîn Bozarslan bi rêz û hurmet

dilop

Mehmet Emîn Bozarslan ê ku bi xebatên xwe navê ‘mamosteyê mezin ê ziman û wêjeya kurdî’ hilgirtibû di 9ê Sibata 2026an de li Swêdê çû ser dilovaniya xwe. Bozarslan, tevî hemû zext, ceza û êşan jî tu carî dev ji nasnameya xwe ya neteweyî, çandî û zimanê xwe berneda; li ser xeta jiyaneke birûmet û rastiyên ku bawer dikir, bi serbilindî meşiya û bû rûmeta gelê xwe.

Ji ber xebatên xwe hat girtin û di girtîgehan de ma, di sala 1979an de jî neçar ma ku derkeve derveyî welêt. Wî xebatên xwe yên akademîk û çandî li Ewropayê jî bi bawerî domand. Ked, berhem û nirxên ku wî li pey xwe hiştine, dê di têkoşîna azadî û pêşeroja gelê kurd û dostên wî de her bijîn.

Serê malbata wî û serê gelê Kurdistanê sax be!

……

Kürt dili ve edebiyatının büyük öğretmeni olarak adlandırılmayı hak etmiş Mehmet Emin Bozarslan’ı 9 Şubat 2026’da İsveç’te kaybettik. Maruz kaldığı bütün baskı ve cezalara karşın, ulusal ve kültürel kimliğinden, dilinden, doğru bildiklerinden taviz vermeden onurlu bir yaşam çizgisini sürdürmüş Bozarslan, halkımızın yüz akı aydınlardan biri olabilmiştir. Yaptığı çalışmalardan dolayı tutuklanmış olup cezaevi hayatı da yaşamış Bozarslan, 1979 yılında yurt dışına çıkmak zorunda kaldı. Akademik ve kültürel çalışmalarını Avrupa’da yaşadığı dönemlerde de kararlı şekilde sürdürdü. Onun emeği, çabası, bıraktığı eser ve değerleri Kürt halkının ve dostlarının gelecek mücadelesi içinde yaşamaya devam edecektir.

Ailesi ve Kürdistan halkının başı sağolsun!