SIBÊ NEWROZ E, NEWROZ PÎROZ E, ROJBÛNA WELATÊ MIN E

FEWZÎ BÎLGE

Îşev şev şerpeze ye. Sibê Newroz e, Newroz pîroz e, rojbûna welatê min e. Gavên me hejmar westandine. Hejmar bi mirinên me şaş bûne. Sax jî, mirî jî yên me ne. Baranan kulîlk vekirine li ser şopên meşên me. Seraqet meş, seraqet şoreş e. Bijartina mirinê ye heskirina te, ma xema kê ye. Dawîya dawî  wê nemirinê bi xwe re bîne. Sibê Newroz e, Newroz pîroz e, rojbûna welatê min e.

Fêrbûna heskirina serbestbûnê ye.Siyên reş, siyên qetran li dû me  ji çap de ketine.

Rawestin, ev bihar êdî ya me ye. Her werz, her werz wê êdî xweş be. Mîna hîva îşev wê tim rûgeş be.Tu kes naxwaze di 21ê Adarê de bimire.

Reş bi mizawirî bi dor me ketiye. War bihedime. A Xweş ev e, heya hîv li pişta me be, tarî me zevt nake. Ji pêgên me wê

hilweşin zagonên wan yên hemû zemanan. A baş ev e. Sibê Newroz e, Newroz pîroz e, rojbûna welatê min e.