BEXTEWARÎ*

Anton Makarenko

Şoreşa Oktobirê ya Gewre, xaleke werçerxê ya bêhamte ye di tarîxê de li ser jiyana insanan, li ser a welatê me û li ser a hemû dinyayê. Ne mimkun e em hemû veguherînên ku wê, di tarîxa mirovahiyê de pêk aniye, yeko yeko bihejmêrin.

Lê çiqas ecêb xuya bike jî, em li ser armanca dawîn a şoreşê, li ser yasayên van guherînan ên ku encamên hemû serkeftin û destkeftiyên wê ne, kêm tişt zanin; em kêm caran behsa bextewariya insanî dikin. Em bextewariya xwe tim û tim tînin bîra xwe, ne ku em wê bi awayeke coş û minetdar bibîr nayênin, lê em hêj hîn nebûne ku derheqê wê de, bi qasî destkeftiyên din ên şoreşê qethî û emîn bipeyivin.  

Feraseta me ya bextewariyê ya bi rengî, ji me re ji tarîxa me weke mîrate maye. Min dîtiye nedîtiye, insanan her dêhna xwe dane hêlên xembar ên jiyana xwe. Ji mêj ve ye, insan hîn bûne ku derd û nexweşiyên xwe, qeyranên xwe yên aborî û hejariya xwe, dilşikestinên xwe û biçûkxistinên xwe, karesatên xwe û bedbextiyên xwe bi awayeke berfireh analiz bikin û bi hûrgilî qala wan bikin û pênase bikin. Çi di jiyana xwe de, çi jî di edebiyatê de wiha tevgeriyan. Edebiyata berê ya rast muhasebeyek e li ser bedbextiya insanî. Lê belê digel vê em nikarin kitêbeke tinê jî nîşan bidin ku bi heman îhtimamê, bi heman lêhûrbûnê û bi heman tekûziyê bextewariya insanî analîz û teswîr kiribe.

Hin nivîskar carcarna qala bextewariyê dikin, lê ev timî awayê herî asayî û awayê bo her kesî ye, yanê evîn e ku berhemeke xwezayê ye. Ji bo bextewariyeke wiha dilê du heyberan ji hev re bixwaze, ji aliyê teorîk ve têr dike. Tiştê xuyaye jê û wê de tuneye.

Bêguman daxwaza nivîskaran hebû ku qala bextewariyeke wiha bikin, lê ji bo vê yekê ji rengên guncav bêpar bûn. Di vî warî de nivîskarek tinê jî ji serkeftineke nîvco ya ji rêzê wê ve neçû. Nivîskaran bextewariya evînê; xebitîna wê ya esil a zindî û mayînde, bêrîkirina bextewariyê tenê na, bextewariyê bixwe jî bi awayeke acizker û yeknesak vegotin. 

Sarbûna edebiyata berê ji bextewariyê

Nivîskar hay jê hebûn ku di vegotina bextewariya evînî ya ji rêzê de jî çawa zehmetiyê dikêşin; lê ne karîbûn, ne jî dixwestin vê tengezariya xwe ji xwînerên xwe re îtiraf bikin. Loma jî bextewariya evînî ya herî muhteşem jî, bi ecêbaneke keser, êş û astengiyan ku di vegotinên van de tim hoste ne, reş dikirin û dihêştin. “Romeo û Juliet” ku çîroka evîndariyê ya bi herî coş e, di heman demê de çîroka herî xembar e. 

Di vê navberê de divê em tespîtê deynin ku xwîner tu car bertek nîşanî vê nadin, heta tim berê wan li vegotina êşê ye. Bi kurt û kurmancî, min dîtiye nedîtiye insan di warê bedbextiyê û bûyerên xembar de pispor bûne; tim ji berhemên wiha hez kirine ku hema bi peyvekê jî qala bextewariyê nekirine. Berhemên edebî yên em herî zêde jê hez dikin û herî zêde dilê me dax dikin jî, berê xwe didin kaş û kendalan û ji gihîştina bextewariyê xwe dûr didin yan jî weke Puşkin bi vê tespîtê dimînin:

“Û tu nabêjî dibe ku bextewarî ewqasî gengaz, ewqasî nêzîk be ku…” 

Di rêz û navrêzên Lermontov, Dostoyevski, Gogol, Turgenyev, Gonçarov û Çexov de bextewarî ewqas kêm e ku. Kêm caran be jî, bextewarî nêzîkî Puşkin dibe, lê ew hêmaya narîn î nuwaze, di cî de bahozeke jiyanê ew dide ber xwe û hildifirîne.

Baş e, çi ye sebebê vê? Çima temamê edebiyata berê bextewariyê yanê ew tiştê ku insan ji ber xwezaya xwe tim berê xwe didiyê û ya rast ji bo wê dijî, nekarîn û nexwestin vebêjin?

Çima di tûrikê têgînan yê celebên hunerê de, dram û tragedya, yanê terzê azarê heye, lê ji bo dilgeşiyê terzek tuneye? Gava em dixwazin kêfxweş û şên bin burlesk yan jî komedî temaşe dikin, yanê bi hereketên ew insanên ku em wan naxin şûna insan, em kêf dikin. Çima idil**, di quncikên xalî yên hewşan de, di nav tiştên kevn û kurt de pûç bû û çû?

Hin nivîskar ewqas bi navê dikevin ku, angaşt dikin ku bextewarî, bîzat ji ber xwezaya xwe nikare bibe afirandina hunerî; de ka çi, nizanim qaşo eger lîstika pevçûn û nakokiyan tunebe, dê afirandineke wiha mimkun nebe.

Ev pirsgirêk bêguman lêkolîneke cidî û bi hendazeyî divê. Meriv kare hin dilbêjiyên ku bingeha xwe tinê di awayê bextewariya nû ya bi Şoreşa Oktobirê derketî holê de, dîtine ji niha ve bîne ziman. Em taybetî û yasayên nû yên dilgeşiya insan ya bi terza nû dibînin, em di tarîxê de cara ewil e leqayî vê tên. Xasma ev taybetiyên nû, rê li ber wê yekê vedikin ku em ramanên xwe yên berê yên li ser bextewariyê ji binî ve biguherînin û em têbigihên bê ka edebiyat çima ji vê mijarê ewende sar e.  

Em ferz bikin ku di têkeliya Onegin û Tatyanayê de bextewarî ne tinê gengaz bû, berovajî bû tişteke rastîn. Lê ne tinê em, Puşkin jî hay jê hebû ku ev bextewarî li hemberî hesên subjektîf ên qehremanên romanê çendî muhteşem be jî, ne hêja ye bibe mijara afirîneriya hunerî. Fîgurên Onegin û Tatyana, heta ku weke insan êşê bikêşin û bi gotina rast hizûrê nebînin, karin ji bo hunerê xwedî nirx bin. Ligel vê, di rewşa herî baş de çi heye li pêşiya wan? Dinyaya rawestandî, dinyaya îzolekirî ya zewqekê ku tu hinceteke wê yî heqdar tuneye, di eslê xwe de jiyaneke biehlaq î parîxur.

Kîjan bextewarî?

Edebiyata pêşverû, heta ya arîstokrasiyê jî, ne ewqas bêperwa bû ku rismê bextewariya ji kedxwariya insanên din û êşkişandina wan hatî pê xêz bike. Bextewariyeke wiha, ji bo yên vê dijîn tiştekî xweş îfade bike jî, ji aliyê hunerê ve tim mehkûmî darizandinê bû. Çinku bextewariyeke wiha, li hemberî humanîzma herî seretayî jî nakok bû. Fîlmek çawa nikarine kostumên sexte ragire, edebiyata hunerî ya rastîn jî feraseta ehlaqê civaka kapîtalîst ranagire.

Ha ji ber vê yekê, edebiyatê nekarî bextewariya xwe spartiye dewlemendiyê vebêje. Lê nekarî bextewariyeke di nav xizaniyê de jî bîne ziman; çimkî idileke wiha, bêyî riyakariyê nedibû. Huner, hema yek ji hunera rastîn, tu carî nekarî newekheviya insanan eşkere biparêze. 

Di civaka çîndar de jiyan, jiyana têkoşîneke newekhev e, tarîxa zorê û berxwedana li dijî zorê ye. Di vê şemayê de ji bo bextewariya insanî ciyekî wisa bisînor û biguman dimîne ku gava tu di afirîneriya hunerî de qala vê bikî wekî tu qala tiştên bêmane bikî ji aliyê civakî ve.

Bextewariya li ser dewlemendiyê hatî avakirin, bi temamî mijara “mezaxtin”eke taybet û heta bi pîvanekê jî ya veşartî bû. Ev “mezaxtin”, ji ber newekheviya navbera insanan pêlikek be jî, ji bin ve bivê nevê mecbûr bû hesûdiya wan pîj bike. Di civakeke kedxwariyê ya dilhişk de jiyana ferdan, di navbera jiyana tinazker a serdest û dîsa jiyana tinazker û kerixîner a bindest de diçû û dihat, û ji ber vê yekê bextewariyê tim hêmayeke diyar a tinazkeriyê dihewand.

Lê Şoreşa Oktobirê, kir ku cara ewil, bextewariyeke di tarîxa dinyayê de rast, di eslê xwe de paqij û saf derkeve holê. Ji rojên Oktobirê vir ve hêj bîst sal çêbûn û li welatê me ev bextewarî, li ber çavên me roj bi roj bi awayeke zêdetir û bêhtir ji dil pêk tê. Di dema me de, çiqas komîk e ku meriv tinê bextewariya evînê, yanê ew bextewariya berê nivîskaran hema bi awayekê dikirin behsa wê bikin, vebêje.       

Bextewariya me, bitûniya hestên welatiyên Sovyetê ya gelek tevîhev, lê gelek jî dewlemend e. Di vê bitûniyê de dilgeşiya evînî jî hilmê distîne. Ev dilgeşî tecrîtbûyî nîn e, çimkî maneya xwe ya esil û xwezayî winda nekiriye, berovajî vê bi hemû taybetiyên xwe geş dibe, bi agirê xwe yê rastîn û bihêz gur dibe û di qulûbeya xizan a hema yek ji malbatekê de dibe weke tiryakekê ku êşa insanan kêm dike.

Lê belê, bextewariya me ya Sovyetî berfirehtir e. Ew bêguman ji bo hunermandan mijara herî rûmetdar e, lê ligel vê hunera me ya ciwan hêj xama ye û nikare qala wê bike.

Em êdî xwînmijên qelew nabînin li kuçeyên xwe ku bi quretî û bêmerhametiya xwe digeriyan; em êdî serayên luks, erebeyên luks ên kedxwaran, pênûsên xwefiroş ên koma şalûsan û vê girseya parîxur nabînin; em êdî girseya gel a hatî talankirin, hatî şêlandin û bi xerez hatî kotromîkirin nabînin û em êdî xêzên bêhêvî, bênav ên jiyanê nas nakin. Ev jî ji bo me tê maneya bextewariyê. Lê ji ber ku em ê evan hemûyan êdî di dahatûyê de jî nebînin, em bextewar in. Perspektîfa me ji vê lîtavê filitî. Bextewariya me ji ber berfirehiya perspektîfa me ye jî.

Ev bextewariyeke derasayî ye; lê em ji zû de hînî vê bextewariyê bûn jî. Ev hînbûniya bişeml a bîst salan; ha tişta ku bi piranî meriv tênagihê jî ev xweşî ye.

Lê di dest em de ji vê dewlemendiya mikemmel zêdetir heye. Bîst salên Oktobirê, ne tinê azadiyê, fêkiyên azadiyê jî pêşkêşî me kir. Ji ber ku meriv kare bi bextewariyê şanaz bibe, em baş hînî bextewariyê bûn. Em hîn bûn ku gava bixebitin û biafirînin, biser bikevin û tê bikoşin, em bextewar bibin. Me dilgeşiya cıvata insanî nas kir; me dilgeşiya civatbûnekê nas kir ku îhtiraz û îltimasên bi cîrantiya dewlemendan re dertên holê, nebûn. Em hîn bûn ku bi zanînê bextewar bibin, çimkî zanîn êdî imtiyaza keleşan nîn e. Em hîn bûn ku di bêhnvedanê de bextewar bibin, çimkî em êdî ewaretiya parîxurên ku bêhnvedanê ji xwe re weke imtiyaz didîtin, li derdora xwe nabînin. Em hîn bûn ku gava meriv li welatê xwe bifikire, meriv bextewar dibe, çimkî ev welat êdî aîdî me ye, ne aîdî efendiyan. Çimkî disîplîna me yasaya tevgerîna azad e, yasaya keyfî ya serdestan nîn e êdî.    

Em her li mirovan û mirovahiyê difikirin û loma bextewariya me tinê civakî ne, di heman demê de diyarokeke tarîxî ye jî. Û tinê ji ber vê yekê, bextewariya me ji rasthatineke bêzarker û demîtiyê pak bûye.

Bextewariya me tu car ne ew lutf e ku xwedê bexşî welatiyên Sovyetê bike. Me ew, di şerên dijwar de, bi têkoşînê bidest xistiye û tinê aîdî me, aîdî ferdên durist û egîd ên civaka bêçîn e. Kesên di ava rîşo ya kedxwariyê de avjeniyê dikin, bextewariya me nabe nesîbê wan. 

Yasayên bextewariya me ya Sovyetî lêkolîneke bisebr û bibingeh divê. Lê ne hewce ye em ji bo vê xeman bixwin; çimkî berovajî temamê dinyayê yasaya me ya giştî, ya dewletê, di dawiyê de yasaya bextewariyê ye.

Edebiyata me, ji bo jiyana me bîne ziman mecbûr e amûr û awayên îfadeyê yên guncav niha bibîne. Di vê merhaleyê de hema bêje gavên ewil avêtiye.

*Makaleyeke Anton Makarenko ye ku ji aliyê Zerikiyê Licî ve hatiye wergerandin

** idil – Resm an rewşa komîk, aram, dilxweşker li ser dorhêla çolteran, bi taybetî jî li ser jiyana şivanan û xizanan.