VEGER*

MIZGÎN RONAK

Ez dilopek baran im. Barana piştî nîvê şevê. Li ser rûpelên sala nû. Sal: 2013, Sêşem. Demjimêr: yek û çil deqe. Xwe dihejînin, diçin salîse. Xwe dihejînin, diçin hilmên ku ji hinavên min dertên.

Ez dilopek baran im, barana piştî nîvê şevê. Kî çi dizane Dîlana min a ku me çardeh saet berê bi hev re xeber dida niha çi dike? Kî çi dizane ku kî niha çi dike, çawa dijî? Serên li ser balîfan, yên li ser keviran… Salên li ser balîfan, yên li bin keviran… Serên li bin balîfan, salên li ser eniya şevên wenda, seren li ser balîfa şevên kuştî…

Ez dilopek rondik im. Ez dilopek ji dilopên rondikên te me. Min bibîne! Ku tu min nebînî, ez nizanim ez kî me. Ez rondikek ji rondikên te me. Min li vê dinyayê bêwate nehêle.

Mezinbûn, wendabûn e. Mezinbûn, wendabûn û wendakirina zaroktiyê ye. Em qet xwe nexapînin, heya ku em zaroktiya xwe wenda nekin, nikarin mezin bibin. Piştî ku em bi vê wendakirinê mezin dibin jî; heta mirinê; wek masiyek sermest, li zaroktiya xwe digerin. Loma jî mezinbûn; bêhuzûrî, bêbaskîtî û bêwarî ye. Tenê dema ku em zarok in, xwedî cîh û war in. Hêlînek me heye; hêlînek ku li her derê ye. Her tişt û her der tê de heye. Dema ku em zarok in; em ji cisnên teyran in. Bi baskên xwe, ahenga erd û asîmanan dijîn, didin jiyîn. Bi firîna xwe erd û asîmanan digihîjînin hev. Lew çivîk, hem erd, hem jî asîman in. Hem ax in, hem jî ba. Hem hêlîn in, hem jî bêdawîtî. Ji ber vê yekê ye ku dişibin zaroktiyê. Loma dema em zarok in, em ji cisnê çivîkan in. Lê piştî ku em mezin dibin, nema karin bifirin. Lingên me giran dibin, bask wek pelên payîzê diweşin. Lewre mezinbûn payîza baskan, payîza firînê ye.

Em mezin bûn. Bask weşiyan, pel weşiyan. Ku em vegerin serî; mezinbûn, payîz û baskweşîn e. Wendakirina zaroktiyê ye. Jinên mala me, bêhuzûrî û jandariya xwe wiha binav dikin “Wek ku min tiştek xwe wenda kiribe, erd tebatî nade min. Hewya min nayê.” Ma piştî ku em mezin dibin, erd qet tebatiyê dide me, hewya me tê? Ma ku ev wendakirin nebe, çi ye?

Goristana malan

Ev heşt saet e ku ez li gund im. Wek serxweşan digerim an jî wek peyrew û xeyaletan, li nav van xirabe û kavilan. Xirabe, goristana malan in. Goristana çîrokên şikestî, heyatên qurmiçandî. Lê nizanim çima wiha wek ku min kirasek şeş-heft nimare mezin li xwe kiribe, ji xwe re mezin têm. Ev ne tenê ji ber ku ez êdî ne Sosina bîst sal berê me ye. Rast e, ez wek bîst sal berê nîn im êdî. Ew Sosin zûda çû. Lê ew Sosina ku min ew li vir wenda kiriye li ku ye? Ez ê karibim wê bibinim?

Ez tenê li zaroktî an jî nûhatîbûyîna xwe nagerim. Ez li lehengên zaroktiya xwe jî digerim. Di bêhna zaroktiyê de çiqas pir tişt û kes hene. Bi bêhna zaroktiyê re çiqas pir tişt û kes wenda dibin. Bakur û başûr, rojava û rojhelat tev, vala dimînin. Şev û roj vala…

Lê dibêm qey ev gotin jî rastiya ku niha dijîm rave nakin. Rast e, ji xwe re 6-7 nimare mezin têm. Lê ev jî rast e; ji xwe re 3-4 nimare biçûk jî têm. Nizanim ku dê ev giyan û ev Sosin, xwe çima û çawa bicî û war bikin di keştiya hebûnê de. Gelo ez ê karibim perçên xwe û yên lehengên zaroktiya xwe kom bikim û bînim ber hev? Dema ku min wan anî ber hev, dê tiştek ji wan derkeve an na? Dê wek perçên piyale û îskanên şikestî, ji hev re xerîb û xeyîdî werin û hev negirin, li hev neyên an wek girikên hevîrê pîrejinek hema bi hesret tevlihev bibin, hev bigirin, bi hev re bibin hevîr û nanek xweş?

Ewr tevlê ramanên min dibin. Li asîmanê bi ewrên spî dagirtî mêze dikim. Dibêm qey bi carek re dadikevin nava serê min. Serê min tije ewr e niha. Bes di heman demê de ez fikrên xwe jî wek ewran hîs dikim. Spî ne, reş in, gewr in. Hêdîka dimilmilin. Carna jî bayek gur tê, wan dide ber xwe û diajo derên din. Ew “derên din”, carna dilê min e, carna ruhê min, carna birînên min, carna jî nizanim ku der in. Ez pir baş dizanim û hîs dikim ku ewrên asîman, bê barîn û baran; nişîvê nav serê min, ji wir jî nişîvê nav dil û giyanê min dibin.

Bîst sal paşê ez li gund im. Li Qesrika Eyşê… Qesrika Eyşê ya xerabe… Gund; mala min, mala hebûn û zaroktiya min, mala bîranîn, hêvî, jan û heyecanên min bû. Loma jî ev bîst salên ku ez bê wê mam, bêmal bûm her tim. Di malan de bêmal. Di malan de, lê bêmal! Kesek ku bîst sal di malan de bêmal bimîne, dikare li derek bihewe?

Lê lê bêmal, lê lê bêmal…

Lê ez ji xwe aciz im jî. Ji ber ku min digot qey dema ku ez piştî ewqas salan vegerim gund; dê qiyameta dil û mejiyê min û ya dinyayê rabe. Dê erd û asîman bilerizin, birûsk biavêjin, çivîk ji kêfan dîn bibin. Stêrkên dilê min ên nema diçirisin, dîsa biçirisin û bi hezaran bûyerên ku ez nikarim bînim ziman pêk werin. Lê tu tişt nebû. Lê tu tişt nebû. Qiyameta dil û mejiyê min bihêle, dilê min nekir gurpegurp jî. Min bi çavên mêşina me ya gêj li her tiştî mêzand. Ez pir baş dizanim, piştî ku ez, li jêra gund ji wesayîtê peya bûm û bi gavên hêdî û lerzok ber pê ve hatim, nizanim çi ji min hat. Lê ji hesta gihîştina armanc û xeyalê zêdetir, şaşwaziyek li min peyda bû. Ez şaş bûm ku çawa gihîştim jêra gund û wisa bi gavên nermik û lerzok wek robotek meşiyam. Tenê şaşwazî! Min digot ku lingên min bi axa gund bikevin, ez ê ji nû ve werim dinyayê, dilgeş û perwa bimeşim. Min digot dê baskên min werin! Lê nebû. Lingên min li ser riya jêra gund bûn, tew ez ber pê ve jî dimeşiyam. Mixabin, tu rewşek awarte nîn bû.

Min di wê kêliyê de xwest ku xwe pêxwas bikim da ku wan kêliyên hêja û awarte hîs bikim. Lê min qet di xwe re nedît. Jixwe li ser rê jî kevir û kuç, xîçik, hûrikên camên şikestî, strî û hwd. hebûn.

Qasek paşê dema ku min bi tevî hebûna xwe, meşa xwe ya robotî didomand, ji nişka ve veciniqîm. Lewre tiştek şil got çelp û li nava serê min ket. Dema min serê xwe bilind kir, min qijikek gir î reşbelek dît. Li jor serê min difiriya. Herhal ew zîrça pîs a li nava serê min jî, merasîma xêrhatinê bû. Hem aciz bûm, hem jî yekem car min hîs kir ku wa ye ez vegeriyame gund, li gund im. Ma qey ji bo ku ez vî hestî bijiyama, gere ew zîrç li nava serê min biketa? Nizanim, lê ya ku pêk hatibû ev bû. Jixwe ew zîrç jî êdî ber bi paşstûyê min ve berjêr diherikî xwarê. Xuyabû ku qijikê aşikê xwe pir zêde tije kiribû. Hê min ê li dora xwe mêze bikira, lê bi kêfxweşî têgihîştim ku wa ye lingên min, min ber bi kaniyê ve dibin.

Kaniya gundê me! Avek xweş û zelal, ji pênc lûlikên wê yên stûr û hinek dûrê hev, wek şadrewanê diherikî. Kaniya gundê me, nasnameyek ji nasnameya gundê me bû. Tevî bîr û bawerî, tirs û xof, çîrok û stran, şikestin û sond, lerz, heybet û kelecanên gundiyên me lê veşartî bûn. Kaniya gundê me, Kaniya Gundê Me bû. Şahidê tevî dîroka gund bû. Di bîra ava xwe ya zelal de bi sedan rû veşartibû. Rûyên şervanên delal û bedew, ronahî, kenawer û temenkurt… Rûyên leşkerên romê yên reş, hov, qirêj, zexel û zikreş. Rûyên gundiyên me yên tewretewr… Rûyên şevan ên kûr û dûr, bi stêrk û tavehîv, reştarî û nîvtarî… Rûyên rojan ên sibehîn û êvarîn, nîvroyîn û berêvarîn… Ax, kaniya gundê me, ji wan rûyên delal û bêmal hez kir, wan di zelaliya xwe de veşart. Kaniya gundê me, kaniyek biaqil bû, rûyê ava xwe ya milyonsale, di wan rûyên zelal de dît û wan bi ava xwe eberdî kir, ava xwe jî bi wan…

Lê kaniya gundê me, niha, di vê gavê de tenê rûyek nîşan dida; rûyê wêranî, bêkesî, tenêmayîn û bêwariyê. Edî ne xwedî bi pênc lûlikan bû. Topên hewanê, çar lûlikên wê nizanim bi ku ve biribûn. Tenê yek mabû. Ew jî wek ku xeyîdî be avek ziravik û melûl ji devê xwe diherikand. Ango kanî jî wek min, ne ya berê bû. Min xwe xwar kir û xelata xêrhatinê, ango zîrça li nava ser û porê xwe bil ez şûşt. Coka li ber kaniyê ku berê bi avek zelal û reqsok xemilandîbû, bi ax, beton û kevzê dagirtî bû. Li jêra wê birkek şîlo û tije kevz hebû. Piştî ku min karê xwe qedand, min dît ku wa ye beqek kesk ji quncika birkê li min dimêzîne. Lê piçek paşê çiv da xwe û xwe bera binê avê da. Herhal ji min hez nekir, an jî eza biyanî ji wê re jî biyanî hatim.

Min dizanibû tu yê werî

Dema ku Sosinê van rêzikan li lênûska dinivîsand, hay jê nîn bû ku Xaltiya Nofa, çavên xwe yên şînmorîk zûda daye ser wê, bi hesret û tîbûneke mezin lê dinêre. Bejna xwe ya kin û zirav ku şêst salên jiyaneke zor jî nikaribûn wê bitewînin, sipartibû dîwarê maleke xerabe. Goşeya laçika xwe ya sipî û bêmorî li tiliya xwe ya eşhedê lefandibû û wek darek bêliv sekinîbû. Lêvên wê yên sipîçolkî û ziravik, bi ser hev de şidandî bûn. Hilmên welê kûr dikişand ku her carê firnikên bêvila wê vedibûn û dihatin girtin. Bêdeng, bêliv li wir sekinîbû; wek pezkoviyek sivik, şiyar û baldar. Şelwarê wê yê şervanî ku ji pîneyên wê xuyabû ku bi salan e lê ye, keskahiya xwe winda kiribe jî, ew ji germ û sermayê, ji tazîbûnê diparast.

Digel ku pişta Sosinê pê da bû jî wê nas kiribû. Çil deqe bûn ku bi bêriyek mezin lê dimeyzand. Bi awirên xwe yên dayîkîn, ew hemêz dikir, wek ava heyatê vedixwar. Sosin ava wê ya heyatê bû. Piştre lêvên wê hêdîka liviyan û wiha gotin: Min dizanibû, min dizanibû ku tu yê ji wê çalê derkevî û werî. Min dizanibû…

Demek dirêj wê hevokê wek stranek nîvîmayî, ji lêvên xwe bera wî gundê kavil û tenha û bera wê nîvroyê da. Dûre bi gavên wek ên pisîkek kûvî, sivik, bêdeng û lezgîn nêzîkî wê bû. Gava ku bi qasê du metreyan di navbera wan de ma, lêvên wê dîsa ketin tevgerê û vê carê nav jî gotin “Roza… Qîza min… Min dizanibû ku tu yê ji wê gorê derkevî û werî… Min dizanibû…”

Sosina ku demek bû bi ser xwe û lênûska xwe de mitale dikir, veciniqî û rapelikî. Çawa ku zîvirî û Xaltiya Nofa li pêşberê xwe dît, berê tirsiya, hinek lerizî. Lê paşê kêfxweş bû. Lewre Nofa, lehengek ji lehengên zaroktiya wê bû. Giyan û bedenê gund bi xwe bû. Xwe avête hembêza wê ya ku bê gomlegê şervanan yê spîçolkî û pînekirî, wek Dara Ziyaretê dixwiya. Bêhna wê kişande nava xwe, tevde gund bû. Gundê bi tenê.

Niha dengê wê baştir dibihîst û tê digihîşt ku peyvên ku ji devê nofayê derdikevin hinek cuda ne. Wek ku ew peyv jî bi wê û bi gund re tenê mabin, tenê, bi navberên bêdengiyê derdiketin derva. Wek ku gelek bêmecal jî bûn. Jixwe heman tiştî dubare dikir û jê re jî digot: Roza. Destên xwe di nava porê wê yê nerm û dirêj de digerand û dimilmiland: Roza, ax Roza. Min dizanibû… Qasek paşê ew gotinên bêmecal çûn, bû îskeîska wê. Wek ku ji kuştinek bêmecal vegeriyabe, bêhal û perişan bû. Dilerizî, diperpitî.

Sosinê wê bedena ku serdanpê gundê wêran û şewitî bi xwe bû, hêdîka da rûniştandin. Lê teva ku li pêşberê wê rûniştîbû jî, lê varqilî ku çavên Nofayê yên weke ava Feradê şîn in, ne li wê, li dûr dinihêrin. Çavên wê bûbûn hêlîna tenêmayîn, wêranî û kûvîbûyînê. Çavên wê biyanî bûbûn, li dûr dimêzandin. Jixwe digel ku îskeîska wê hê didomiya jî çavên wê zuwa bûn. Biyan bûn, li dûr bûn lewre. An ji ber girîna zêde ziwa bûbûn an jî giyan û bedena wê bi tevahî bi dûr ketibûn, çûbûn. Ma çav çawa dikarin ji beden û giyana ku lê ne bi dûr bikevin? Lê rewşa çavên Nofayê wê hestê bi Sosinê dan jiyandin.

Carna dîsa di nava îskeîska xwe de digot: Roza… Roza… Qêmîş nekir ku rastiyê bîne ziman, bêje “Ez ne Roza me Xaltiya Nofa. Roza keça te bû. Lehengek ji lehengên zaroktiya min bû. Lê ez tenê Sosin im, ez hew Sosin im, ne Rozaya leheng. Ez li ku, ew li ku? Çawa ku Beasên faşîst, singê Leyla Qasimê jê kiribûn, faşîstên romê jî sînga wê ya rastê jê kiribûn û bi serê namlûya xwe ve kiribûn. Kî dikare Rozayê ji bîr bike, kî!?”

Lê wiha negot û serê xwe danî ser çoka wê ya ku bêhna berxwedan û kevnaretiyê jê dihat. Nofayê destên xwe di nava porê wê yê reş, nerm û dirêj re dibir û dianî. Destên wê wek du kevokan bûn, li nava porê wê. Carna bask vedikirin, carna xwe diqirnisandin, carna li hêlîna xwe lîs dibûn. Bi vê newayê hem xewa wê dianîn, hem jî xewarî û tevzandina sed salan ji ser wê diavêtin. Hesta bêdawîtiyê jî pê re çêdikirin; wek ku xwe dîtibe nedîtibe, welê li wir be, serê wê li ser çoka Nofayê be, asayî, biaram û hêmindar bû her tişt. Her kêliyek wek sedsalek bû. Lê ew sedsal ne ji yên salnamê bûn; tu esaret, tu qeyd û bend di wan de nîn bûn. Huzûrdariyek bêdawî, sivikahiyek ji perên teyran siviktir, vehesînek dilrehet, hesta bêdawîtiyê… Niha xwe wek gerdûnê jî hîs dikir. An gerdûn ketibû nava wê an ew bi xwe bûbû gerdûn. An jî ew û gerdûn bi hev re wisa bûbûn yek ku nema karibûn ji hev biqetiyana.

Destên Nofayê yên kevokîn, paşstûyê wê jî miz didan, dipelandin. Wek ku li tiştina digeriyan. Wek ku gelek tiştan didîtin, wek ku tu tiştî nedidîtin, wek ku her tiştî didîtin gerdena wê jî dipelandin.

Destên kevokîn ji nişka ve sekinîn. Baskên xwe girtin, xeyîdîn. Sosinê berê sedema vê yekê meraq kir, lê hinek paşê bi minemina Nofayê fam kir ku ew destên bêsebr û aram li birînan digerin. Li birînên qurşûn û şerepnalan, li yên şûr û kêran… Destê wê yê rastê dîsa lebitî û çû pêsîra wê ya rastê peland. Nofayê niha wiha diminminand:

-Min dizanibû Roza, min dizanibû ku dê ev pêsîr wek gulek aj bide, bigihîje. Ji bo ku nikaribû bigota “Ev pêsîr, pêsîrek ji rêzê ye Xaltiya Nofa, ne ya Rozayê ye” xwe gelek xemgîn û bêhal hîs kir. Bigota jî nedibû, negota jî… Lê hesta serdest, niha xemgînî û bêmecalî bû. Çavên xwe girt. Bi tevî hebûna xwe, xwe li gund hîs kir. Erê, ew li gund bû. Gund bûbû xwîn di rehê wê de digeriya. Di dilê wê de hildiavêt. Di tayên porê wê yê ku niha bûye hêlîn ji destên Nofayê yên kevokîn re, zirav û dirêj hîs kir; ew, li gund, li mal. Hate bîra wê ku carek di xewna xwe de dîtibû ku va ye vegeriyaye gund, serê xwe daniye ser kevirek û xwe pir bextewar hîs kiriye. Tew ew kevirê sipîçolkî û pehn di guhên wê de tiştina jî gotibû. Lê niha kir û nekir ew tişt nehatin bîra wê. Teva ku ewqas sal di ser wê xewnê re derbas bûbûn jî, hê pir zelal dihate bîra wê. Tew niha wê xewnê dijiya jî. Lê yê li ber serê wê ne kevir bû, çokên Nofayê yên dayîkîn bûn. Balkêş bû ku di tevî xewn û xeyalên xwe yên derbarê vegera gund de tik û tenê bû. Tenêbûna xwe tevlihev dikirin, bi hev re direqisiyan. Xwe digevizandin li nava xirabe û kavilan. Dibûn malên bîst sal berê şewitandî, dibûn xwelî, dibûn camên şikestî, stranên talankirî, awazên perçebûyî. Dibûn bexçe û rezên şewitandî û wêrankirî. Bi hev re hişk dibûn, bi hev re har dibûn. Bi hev re dîn dibûn ji rika aqilê zord


*Nîşeya edîtor: Ji ber ku çîrok pir dirêj e, em weke du beş diweşînin. Beşa duyem dê di hejmara bê de berdewam be.